Dengê Şeqam dewleta Tirk şermezar kir

Dengê Şeqam: Em dewleta Tirk ku li Hewlêrê ji partiyeke Kurd re got, ‘terorîste’ şermezar dikin û girtina navendên Tevgera Azadî ku li Iraqê fermiye, weke sînordarkirina azadiyê dibînin.


Îro Dengê Şeqam, li parka Nalî ya Silêmanî têkildarî zêdebûna bûyerên şîdetê yên li parêzgeha Silêmanî, girtina navendên Tevgera Azadî, ne kombûna parlementoya herêmê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endamê Dengê Şeqam çalakvan Umêd Mihemed Salih ve hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye;

-Divê dayîna çek a ji bo welatiyan were sînordarkirin.

-Em dewlata Tirk ku li Hewlêrê partiyeke Kurd weke terorîst da nîşan, şermezar dikin. Girtina partiyeke li Iraqê fermiyeta wê heye, weke sînordarkirina azadiyê dibînin.

-Divê hikûmeteke çalak a ji hizbayetiyê dûr were avakirin.

-Pêwîste parlementoya herêmê bicive û desteya serokatiya parlementoyê were diyarkirin. Ji ber parlemento nûnertiya gel dike û cihê girtina biryarane.

-Jiyana kesên li herêmên bi nakok di aliyê aborî, civakî û tendirustî de xirabe. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan hikumeta Herêmê li gel Bexda bikeve nava gûftûgoyan de.  

-Pêwîste meaş di dema xwede were dayîn û jiyana mamoste û karmendan were başkirin.

-Divê jiyana xwendekaran û kêm endaman jî were başkirin.  

-Divê ji bo herêmên çiyayî û sar, neft were dayîn û pirgirêkên wan yên ceyranê çareser bibe.

-Ceza ji bo kujerên rojnamevanan were dayîn.

(bz)