Deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê hatin girtin

Her sê deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de (Başûr û Rojhilatê Kurdistanê) ji ber metirsiya vîrûsa korona hatin girtin û bi çi awayî vîze ji bo welatiyên Îranê nayê dayîn.


Deriyên sînor ê Hacî Omeran a ser bi Hewlêrê, Deriyê Sînor ê Başman ê li Silêmaniyê û Deriyê Sînor ê Perwêzxan ê li Germiyane ji saet 24.00’ê şeva borî ve hatin girtin. 

Biryara qedexekirina hatinûçûnê ya ji aliyê Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, gihîştiye li hemû deriyên sînor.

Li gorî biryara Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê wê vîze ji bo welatiyên Îranê neyê dayîn ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin. Dema dawîbûna biryarê nehatiye diyarkirin. Herwiha wê welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî heta demek nediyar nekarin serdana Îranê bikin.

Herwiha welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê yên ku li Îranê jî tên cuda dikin û di kontrola tund a tenduristiyê re derbas dibin. Da ku bizanin vîrûza korona girtine yan ne.

Herwiha duh Wezarata Hundirin a Iraqê vîzeya ji bo geştiyarên Îranê rawestand.

Li bajarê Qum ê Îranê heta niha ji ber vîrûsa korona 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û çend kes jî pê ketine.

(ab)