Destûr nehat dayîn tîmên tenduristiyê serdana Başmax bikin

Hat diyarkirin ku destûr nehatiye dayîn tîmên tenduristiyê serdana Deriyê Sînor ê Başmax bikin.


Rêveberiya Tenduristiya Pênciwên ragihand ku tîmên wan ên tenduristiyê yên duh xwestiye serdana Deriyê Sînor ê Navneteweyî Başmaxê yê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de ye bikin hatine astengkirin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de wiha hat gotin, “24’ê Adarê tîmên tenduristiyê yên bi ser Nexweşxaneya Giştî ya Pênciwên, bi awayekî 3 tîmên taybet û her tîmek ku ji pisporên pizişkî pêk tên ji bo kontrolkirina prosedura tenduristiyê xwestin serdana Deriyê Sînor ê Başmax kirin. Lê mixabin bi fermana Lîwa Merîwan bi qasî 20 deqeyan rê nehatiye dayîn derbasî hundir bibin. Paşê jî gotin em tenê dikarin destûr bidin rêveberê tenduristiyê û 2 kesên din. Lê tîmên me ji 15 kesan pêk dihatin. Tîmên me jî li ser fermana doktor Xalid vegeriyane.

Tîmên tenduristiyê yên li wir bal dikişînin ku ti mafê berpirsiyarên Deriyê Sînor ê Başmax nîne, hejmara tîman diyar bikin û mudaxeleyî karên wan bikin.”

(yş)