‘Dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê siyaseta xwe li Başûr serwer bike’

image_print

Çarşem, 19 Kewçêr 2016 – 12:26 

‘Dewleta Tirk dixwaze bi rêya PDK’ê siyaseta xwe li Başûr serwer bike’

Rewşenbîr û siyasetmedarên navçeya Kelar a Germiyan dibêjin bi rêya PDK’ê dewleta Tirk dixwaze li Herêma Kurdistanê siyaseta xwe serwer bike.


BERHEM LATÎF / KELAR

Bi destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk hêzekî mezin li navçeya Başîka û çend navçeyên din yê Başûrê Kurdistanê bi cih kirine. Dixwaze tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Ev jî dibe sedemên nerazîbûna gelê Başûrê Kurdistan û Iraqê.

Der barê mijarê de mamosteyê zanîngehê Serhed Mihemed ji ajansa me re axivî û got; “Tirikyê ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe, hêzên xwe li Başîka bi cih kiriye. Di rastiyê de armanca Tirkiyê ewe ku tişta Ataturk bi dest nexistî, niha Erdogan dixwaze pêk bîne. Her wiha naxwaze yekgirtinek bi navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de çêbibe. Dixwaze Lozanek din bi serê gelê Kurd de bîne.”

Mamoste Serhed Mihemed da diyarkirin ku di vê demê de pêwîstiya gelê Kurd bi Yekîtiyek netewî heye, ji ber ku dagirkerên Kurdistanê xema gelê Kurd naxwen. Mihemed dazanîn ku niha ya pêwîst ji bo berjewendiyên gelê Kurd tenê yekîtiye.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Salih jî got; “Di sedsalên derbasbûyî de dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê hêzên xwe anîne Başûrê Kurdistanê. Niha jî hêzên xwe amade kirine ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe û dixwazin di warê siyasî de ya xwe li ser Başûrê Kurdistanê ferz bike û desthilatdariya xwe pêk bîne.”

Mehmûd Salih di derbarê armanca dewleta Tirk a tevlîbûna operasyona Mûsilê de wiha got; “Tirkiye dixwaze di operasyona rizgarkirina Mûsilê de cih bigre, mezhebê Sune li Mûsilê lewaz bûye ji ber vê Tirkiye dixwaze binemala Nuceyfî li Mûsilê zindî bike. Dewleta Tirk dixwaze bajarê Mûsilê bi Tirkiyê ve girê bide.”

Siyasetmedar Salih wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ev dagirkirina dewleta Tirk bûye sedem ku nerazîbûnên pêkhate û aliyên siyasî li Başûrê Kurdistan û Iraqê zêde bibe.”

Li ser heman mijarê siyasetmedar Omer Mihemed jî wiha axivî: “Rejîma Tirkiyê piştî hatina Erdogan a li ser desthilatdariyê, xewn û xeyalên çêkirina împratoriya Osmaniyan dibîne. PDK jî zemînan ji bo dewleta Tirk amade dike.”

Omer Mihemed destnîşan kir ku Tirkiye di tirse ku Rojava û Başûrê Kurdistanê jidest bide. Her hiwa di tirse ku Bakûrê Kurdistanê jî ji destan biçe.”

Di dawiya axaftina xwe de Omer Mihemed bal kişande ser mijaran; “Tirkiye dixwaze ew metirsiyên di nava xwe de dijî, derbasî ji derveyî Tirkiyê bike. Pêwîste gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hişyar bin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derbikevin.”

(nk/rn)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist