‘Dewleta Tirk dixwaze Herêma Kurdistan tevî Mûsil û Kerkûkê dagir bike’

Welatiyên Helebce ji ber yeknegirtina aliyên siyasî yên Kurdî li beramberî êrîşên dagirkeriyê bifikarin û gotin, dewleta Tirk dixwaze Herêma Kurdistanê tevî Musil û Kerkûkê dagir bike.


Nerazîbûnên gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser xaka Kurdistanê herku diçe zêde dibin. Li dijî van êrîşan welatî daxwaza yekgirtinê ji aliyên siyasî yên Kurdî dikin. Li ser vê mijarê welatiyên parêzgeha Helebce ji Rojnews’ê re axivîn.

Welatiyê binavê Ebdan Seîd êrîş û bombebaranên dewleta Tirk wek binpêkirina sinorên Iraqê binavkir, herwiha diyar kir ku di hemû êrîşan de welatiyên sivîl têne hedef girtin. Ebdan Seîd daxwaz kir ku êdî hikûmeta Iraqê li dijî van topbaran û bombebaranên Tirkiye û Îranê bêdeng nemîne.

Têkildarî aramanca êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî Ebdan Seîd got; “Tirkiye dixwaze hêza xwe li tevayî Başûrê Kurdistanê bicih bike. Dixwaze wek serdema Osmaniyan hemû armancên xwe lidervey sinorên xwe bicihbîne û dixwaze Musil û Kerkûk jî dagir bike.”

Di dewama axaftina xwe de Ebdan Seîd da zanîn ku divê hemû hizbên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşan bi yek dengî helwesta xwe nîşan bidin û wiha domand; “Ji berku di van êrîşan de tenê sivîl dibin qurbanî. Erkê welatiyan jî ewe ku xwepêşandanan li dijî van êrîşan lidarxin.”

Welatiyê binavê Piştîwan Mihemed jî diyar kir ku desthilatdarên Başûrê Kurdistanê dikarin rolek erênî ji bo pêşî lêgirtina êrîşan bigrin ser milê xwe û hewildan ji bo aşitiyê bikin. Piştîwan Mihemed got; “Lê mixabin li Herêma Kurdistanê serokên me ne ew serokin xema welat bixwin.”

Herwiha Piştîwan Mihemed bêdengiya hizbên Başûr wek sedemek sereke yê berdewamiya êrîşan nîşan da û got; “Heya niha me tû helwestek ya serkirdeyên xwe li dijî van êrîşên Tirkiye û Îranê nedîtiye.”

Piştîwan Mihemed daxwaz ji hizbên Kurdî kir yekgirtina xwe çêkin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Heya niha me berhemê yekdengiya hizbên xwe nedîtiye. Hêvîdarin welatî jî zextê li aliyên siyasî bikin daku hizb lihev bicivin û yekitiya xwe çêkin.”

(şk)