Artêşa Tirk a dagirker ku ev 23 roj in li herêma Metina li beramberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikare encam bigre, li girê Zendura fosfor a ku li gorî peymanên navnetewî hatiye qedexekirin, bikar anîn.
Êrişên artêşa Tirk a dagirker li herêma Metînayê berdewam dike, lê li beramberî berxwedana gerîlayên azadiyê nikarin encamê bigre. Ji ber vê yekê serî li rêbazên qirêj, nemirovî dide û çekên kimyayî û qedexekirî bi kartîne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane ajansa me, balefirên artêşa Tirk a dagirker, îro piştî nîvro Girê Zendura bombebaran kirin. Li gorî agahiyan di bombebaranê de fosfor hatiye bikaranîn.
Di dîmenên ku ji aliyê gundiyan ve hatine kişandin de jî, di dema bombebaranê de agirek mezin bilind dibe, toz û dûmanek gelek mezin belav dibe.
(kş)