Dewleta Tirk nêzî Liqa 18'an a PDK'ê bombebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk ji beriya demekî kurt li Amêdiyê nêzî Liqa 18'an a PDK'ê bombebaran kir.


Ji beriya demekî kurt balefirên şer ên artêşa Tirk li bajarokê Amêdî yê ser bi parêzgeha Dihokê benzînxaneyek kirin hedef ku tenê 50 metre dûrî Liqa 18'an a PDK'ê ye.

Di encama êrîşê de benzînxane bi temamî rûxiyaye lê tu ziyanên giyanî çênebûne.