کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Dewreya perwerdeyê ya Asayîşa Êzdîxanê bidawî bû

  ROJNEWS- ŞENGAL
01/12/2022 - 8:31:50 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Dewreya Perwerdeyê ya Şehîd Baz Mordem a li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê ya ji bo 20 endamên fermandariyê bi merasîmek leşkerî bidawî bû. Di merasîmê de hate diyarkirin ku Şengal di rojên dîrokî re derbas dibe û pilanên dijmin li ser civaka Êzidî dewam dikin, lewma perwerdekirin û rêxsitin bûna civakê beriya her tiştekê ye.

20  Endamên fermandariya Asayîşa Êzdîxanê ji bo pêşxistina kar û xebatên asayîşê ji bo rêvebirina herêman û pêşxistin dîsiplîna leşkerî dewreyeke perwerdeyê ya bi navê şehîd Baz Mordem li Akademiya Şehîd Selam a Asayîşa Êzdîxanê bi dawî kirin.

Ji hemû deverên Şengalê endamên di asta rêveberiya Asayîşê de ji bo birêvebirina asayîşê tevlî perwerdeyê bûn. Di dewreya ku 40 rojan dewam kir de, li ser dîroka Êzdîxanê, erk û berpirsiyartiya li ser ciwanên Êzidî ji bo parastine herêmê û displîna leşkerî wane hatin dayîn.

Dewreya Perwerdeyê bi merasîmek leşkerî li Komlgeha Duhla ya Şengalê bi dawî bû.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm axivî. Di serî de dewreya perwerdeyê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û got; “Di vê demê de ku 20 endamên fermandar perwereya xwe bidawî kirin, ev ji bo civaka me û tevahiya gelê Şengalê pir girînge û pîroze. Dema ciwanên Êzidî xwe li ber parastina herêmên xwe de berpirsiyar bibînin û di perwerdeyên wiha re derbas bibin ev serkeftineka mezine ji Êzdîxanê re. Eger di dema fermana 3’yê Tebaxê de 20 ciwanên weke we perwerdekirî hebana li ser fikrekî paqij ê weke Rêber Apo wê civaka me hewqas bedel nedayan, keç û dayikên me wê neketiban destê çeteyan de. Li vî cihê em lêne DAIŞ’ê ji vê komalgehê dest bi hovîtiya xwe kir, li vir kalên me şewitandin.”

Îbrahîm wiha domand; “Em di sedsaliyekê de ne, her alî û civak xwe ji bo vê sedsaliyê hazir dike. Dijminê me jî ji niha de xwe amade dike û dema derfet bibîne ewê axa Şengalê dagir bikin. Lê madem ciwanên Êzidî xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo rêxisitn kirine wê dijmin êdî nekaribe yek gavê li ser axa me bavêje.”

 ‘Serkeftin êdî misogere’

Heso Îbrahîm bal kişnad ser gotina Şehîd Zerdeş ku digot, “Bila dayikên me rehet razin êdî fedayên Tawûsê Melek hene” û wiha dewam kir: “Hemû fermandar û şervanên me pêwîste ji her êrişeka ku li ser civaka me pêk were re amade bin. Barê dikeve ser milê we jî girane, her kesek ji we wê êdî li herêmekê bi erka berpirsiyartiyê rabe. Madem ciwanên me ji bi parastina axa xwe hazirin êdî serkeftin misogere.”

Piştre fermandarên di perwerdeyê re derbas bûne li ser bîr û beweriyên Êzdîtayê son xwarin û merasîm bidawî bû.

 

1 y 3
- +

1.

2.

3.

 

Nûçeya berê

Şadiye Hisên: Li Germiyan pila ketiye û dibe ku hişkesalî çênebe

Nûçeya pişt re

Parlamenterê Iraqê: Divê Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Rêbendan 31, 2023
Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Rêbendan 31, 2023

Komeleya Qurbaniyên Helebce: Divê parlemento yasaya taybet bi qurbaniyên kîmyabaranê erê bike

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Şehîd Aram li ser gora xwe hate bibîranîn

PDK û YNK carek din dicivin

Nûçeya pişt re
Parlamenterê Iraqê: Divê Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin

Parlamenterê Iraqê: Divê Iraq bazirganiya bi Tirkiyeyê re bide rawestandin

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist