Dewriyeya Tirk û Rûsan ciwanek qetil kir

Karwanê dewriyeya dewleta Tirk û Rûsyayê ciwanê bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemanê qetil kir.


Vê sibê karwanê dewriyeya artêşa Tirk û Rûsyayê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dest bi gerê kiribû. Karwanê dewriyeyê li gundê Dêrna Axê yê Girkê Legê ji aliyê welatiyan de hat proteskirin û welatiyan karwanê dewriyeyê dabûn  ber keviran.

Karwanê dewriyeyê êrîşî welatiyan kir û ciwanê bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemanê şehîd xist û hêjmareke sivîlên din jî birîndar kir.

Berpirsê Buroya Ragihandina QSD`ê Mistefa Balî jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku panzera  Tirk li pêş çavên rayedarên Rûs pê li sivîlekî kir.