Di dema derbasbûna wesayîta leşkerên Tirk de teqîn

Li nêzî bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê, di dema derbasbûna wesayîtek ku leşkerên artêşa dewleta Tirk a dagirker têde bûn de, teqîn pêk hat. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.


Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ji ajansa me re ragihandine, bûyer îro li ser rêya bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha Duhokê pêk hat.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku dema wesayîtek leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Duhok û Amêdiyê, li nêzî Sersingê derbas dibû, teqîn pêk hat.

Tê gotin ku di teqînê de kuştî û birîndar çêbûne, lê zanyariyên berfireh nehatin bidestxistin.

Piştî teqînê balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kir.

 

(bz)