Di dema virûsê de çi pilanek hikûmetê ji bo karker û kirêdaran heye?

Qedexeya derketina derve ya ku ji ber virûsa Koronayê li Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, herî zêde bandora xwe li ser çîna hejar kiriye. Kesên karker,  kirêdar û hejar di rewşek xirab de ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heya niha ji bo çareserkirina rewşê bê pilane. Hikûmet li cihê ku alîkariya gel bike, çavê wê li ber destê kesên xêrxwaz maye.


Nêzê du hefteyane di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Koronayê de, li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Her wiha wê ev rewş heya 1’ê Nîsanê berdewam bike. Cûda ji welatên cîhanê, li Herêma Kurdistanê li şûna hikûmet alîkariya çîna hejar û kesên bêkar mane bike, berovajî hikûmet daxwaza alîkariya pere ji gel û xêrxwazan dike ji bo peydakirina pêdawîstiyan. Vê yekê  jî li cem welatiyan fikar zêdekirine.

Li Herêma Kurdistanê rêjeyek zêde ya welatiyan hene kirêya xanî û dikanan didin. Gelek ji van welatiyan niha ji ber qedexeya derketina derve ti dahatek wan nine. Hinek jî nikarin debara jiyana xwe  ya rojane peyda bikin. Ev yek jî bûye sedem ku welatî nikaribin kirêya xanî û dikanan bidin.

Li gora amarek ya Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê ku roja 23’ê Adarê belavkir, di nava 12 rojan de ji ber qedexeya derketina derve ji sedê 41.8’ê welatiyan bêkar mane. Her wiha ji sedê 73.4’ê welatiyan jî bi pirsgirêkên aborî re rûbirû mane.

Welatiyê bi navê Aso Fayeq li cadeya Pîremêrd a Silêmaniyê dikandare, Fayeq diyar kir ew mehane  1500 dolar dide kirêya dikan û depoyan, lê ji ber qedexeya derketina derve ev 12 rojin wîn nekariye dikana xwe veke û ti dahatek peyda bike.

Aso Fayeq got rê nayê dayîn ew bi rêya gihandinê jî kar bikin û da zanîn ger wisan berdewam bike ew ê vê mehê nikaribe kirêya dikana xwe bide.

Welatiyê bi navê Yadger Sedîq jî li taxa Kanî Gume ya Silêmaniyê di rûne, Yadgar hem karkere hem jî kirêdare. Yadgar têkildarê rewşa xwe got: “Ev 15 roj in ez li mal de rûniştîme û ti karek me nine. Ger wisan berdewam bike, bi rastî ezê ne bikarim kirêya xanî bidim nejî bikarim debara malbata xwe peyda bikim.”

Yadgar daxwaz ji hikûmet û kesên xêrxwaz kir bi kesên mîna wî re bibin alîkar, heya ku rewş asayî dibe û ew vedigerin ser karên xwe.

Ji beriya çend roja Wezîrê Karên Hindirîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser pirsek ya Rojnews’ê di derbarê rewşê de gotibû: “Di yekem civîna Komîsyona Bilind a Têkoşîna li dijî Virûsa Koronayê de ev mijar hate giftûgokirin. Wê di demek nêz hewildanên wan çêbin ji berku gelek kes wê ziyan ji rewşa heyî bibînin.”

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rizgar Mihemed Mehmud jî got: “Kaseya hikûmetê valaye, pere li cem kesên dewlemend û di jêr zemînên hizban de ye. Ji bona wê hikûmet nikare di vê rewşa heyî de bi qasî pêwîst alîkariyê bide çîna hejar.”

Di dewama axaftina xwe de Rizgar Mihemed diyarkir wan daxwaz ji hikûmetê kiriye daku bacê ji kesên xwedî erd nestînin, daku ew jî bi kirêdaran re bibin alîkar û kirê ji wan wernegirin. Mihemed diyarkir hikûmetê heya niha biryar li ser mijarê nedaye.

Di dawiyê de jî Rizgar Mihemed got: “Ev rewş bi xêra xêrxwazan çareser nabe. Di rastiyê de kaseya hikûmetê vala ye, bi zorê dikare muçeyê karmendan peyda bike. Pere li cem kesên dewlemend, berpirs û di jêr zemînên hizban de ye. Ji bona wê hikûmet jî wê nikaribe bi qasî pêwîst alîkariya welatiyan bike.”

(şk)