Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker ya li ser gundê Mişêrfê ya navçeya Zirganê de 2 sivîl şehîd bûn, zarok û jin jî di nav de 5 kes birîndar bûn.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê, gundên Esediye û Mişêrfê yên bakur û rojavayê navçeya Zirgan a Kantona Hesekê topbaran kirin.
Di encama topbarana li ser gundê Mişêrfe de 2 welatiyên bi navên Nayif Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsmaîl Hiyawî şehîd bûn.
Her wiha zarok jî di nav de 5 welatiyên din birîndar bûn. Navê kesên birîndar jî wihane: Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayiz Hiyawî. Birîndar li nexweşxaneya gel a navçeya Dirbêsiyê û nexweşxaneyên Hesekê têne dermankirin.