Hêzên rejîma Îranê êrişî komek kolber kirin û di encamê de 4 kolber birîndar bûn.
Êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Hêzên rejîmê li ser sînorê Newsud êrişî komek kolber kirin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirov duh êvarî êriş pêkhatiye û herî kêm 4 kolber birîndar bûne. Heman rêxistinê navê kolberan jî belav kir.
Li gorî wê, birayên bi navê Purya Weysî û Firyard Weysî, herwiha kolberên din Mîlad Ehmedî û Ihsan Merîwan birîndar bûne.
(nr)