Di êrîşên dagirkeriya Tirk de 3 welatî şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn- NÛ BÛ

Topxane û balafirên şer ên Tirk ji saetên êvarê êrîşa dagirkeriyê ji Qamişlo heya Girê Sipî daye destpê kirin. Di encama bombebaran û topbaranan de têgotin ku 3 sivîl li Serêkaniyê şehîd bûne û 3 kes jî birîndar bûne, li Girê Spî jî 3 welatî birîndar bûn.


Di êrîşên dagirkeriya Tirk de 3 welatî şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn

Di saetên êvarê de êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir. Artêşa Tirk êrîşên dagirkeriyê ji Qamişlo heya Girê Sipî da destpê kirin. Di van kêliyan de jî bajarê Qamişlo û gundên wê tên topbaran kirin. Li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê jî şereke dijwar di navbera şervanan û leşkerên Tirk ên dagirker de rû dide.

Gelê herêmê ji bo parastina gund û bajarên xwe çek rakirin û li gel gerîlayan parastina gel dikin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Qamişloyê Piling Qamişlo got, hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de 7 cihên leşkerên Tirk xistine û hate gotin heya êrîş bidomin, ewê jî çalakiyên bersivdanê pêk bînin.

Li gorî zanyariyan li gundên Serêkaniyê 2 li Taxa Asûrî û Sûryaniyan a Qamişloyê jî welatiyek jiyana xwe ji dest daye.

Li Girê Spî û Qamişlo jî nêzî 6 welatî birîndar bûne.

Ji ber şer li herêmê germe, agahiyên zelal bidest nakevin û xetên înternetê hatine girankirin û telefon jî hatine qut kirin.

(bz)