Duh bi şev li ser sînorê Newsûd û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejima Îranê de 2 kolber birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANF’ê, duh bi şev hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûd ê Rojhiilatê Kurdistanê gule li komek kolber reşandine ku di encamê de kolberek birîndar bû. Navê kolber nehate zanîn.
Heman agahî piştrast dikin ku li ser sinorê Bane jî hêzên rejîma Îranê komeke din a kolberan kirine armanc. Li wir jî kolberek din yê bi navê Serkewt Mîrzayî yê beriya niha bi çend mehan birîndar bibû, careke din ji lingê xwe birîndar dibe.