کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Sêşem, Gulan 24, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Di jiyana gerîla de karbeşiya komînal a jin û mêr 

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
21/11/2021 - 9:18:08 am
in KURDISTAN
0 0
A A
Di jiyana gerîla de karbeşiya komînal a jin û mêr 
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Gerîlayên PKK’ê û PAJK’ê li ser esasê wekheviya zayendî û jiyana komînal karûbarên xwe yên rojane rêk dixin. Di jiyana gerîla de serdestiya zayendî nîne û herkes li ser esasê hev temamkirin û hevaltiyê dijîn.Ger were gotin, gerîla civakbûneke nû pêşxistine, wê mûbalaxa nebe. Nimûneya jiyana gerîla yeganeye û niha berbelavê hemû herêmên ku Tevgera Apoyî xwe lê rêxistin dikin, dibe.

Ji bo vêya emê bi çend nimûneyên biçûk hewl bidin karbeşiya jiyana gerîla ya ji bo dabînkirina pêwîstiyên xwe yên rojane, bi were parve bikin.

Di nava gerîla de têgeha, “Ev karê jine, ev karê mêr e” nîne. Ji bo ev têgiştin di nava gerîla de rûne û her gerîlayek jin û mêr îqna bibin û têbigihijin, rojane perwerdeyên giştî,  perwerdeyên xweser û demên perwerdeya şexsî (xwendin-lêkolîn) hene.

Gerîlayek nû beşdarê nava refên PKK-PAJK’ê (Partiya jin) dibin, di perwerdeyeke seretayî ya fikrî û pratîkî re tên derbaskirin. Di van perwerdeyên seretayî ku jêre dibêjin, ‘Perwerdeya Şervanên Nû’ de hem îdeolojiya PKK’ê bi xetên sereke tê dayîn, hem îdeolojiya azadîxwaz ya jin weke dersên taybet ji bo jin û mêr tên dayîn, hem jî ev tiştên ku fêr dibin di pratîkê de jî pêktînin. Ji ber vê perwerdeya seratayî ne tenê fikriye ne jî tênê pratîkiye. Bi vî awayî hemû kodên cinsiyetparêz hîn ji destpêkê de di gerîlayan de tê şikandin.

Ji bo têgihiştina desthilatdariyê di mêr de bişike û dest ji ew fêrbûnên cinsiyetparêz berde, rêveberî û her wiha gerîlayên perwerde didin yan piraniya wan jinin anjî  wekhevin. Ji ber vê ji A heya Z feraseta jiyanê ya gerîla fêrî gerîlayên nû tê kirin. Dikare ji vêya bêgotin, dibistana Seretayî ya felsefe û jiyana gerîla.

Xwarinçêkirin û nanpêjî

Di civakê de karên paqijiya nava malê, xwarin çêkirin û nanpêjî karên basît ên jin tên dîtin û biçûkxistin. Lê ev ferast di gerîla de bi temamî hatiye hilweşandin. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên xwe yên rojane yên xwarin, vexwarinê mehane anjî çend mehan carekî gerîlayeke jin û gerîlayek mêr tên erkdarkirin. Ev herdu gerîla ji bo bê edaletî neyê kirin lîsteyeke hevpar derdixin. Erkdarên rojê di vê lîsteyê bi awayeke hev temam bikin, tên diyarkirin û kar bi dorê tê kirin.

Li gorî vê lîsteyê jin jî mêr jî bi dorê dibin xwarinpej û nanpêj. Yanî xwarin û nan ji bo tevahî hevalên xwe çêdikin. Ji paqijiya derdorê bigire heya xwarin amadekirin, nanpêjî û hwd her tişt li gorî lîsteya hatiye derxistin tê kirin. Her wiha ne tenê bi rêya lîste, ji ber feraseta jiyanê ya komînal jî hemû gerîla di demên xwe yên navberê de hevkarî bi hevalên xwere dikin. Jin alîkariyê didin hevalên xwe yên mêr, mêr jî bi heman awayî alîkariyê dide.

Lê wekheviyeke xweseriyan ji nedîtîve tê û mutleq jî nîne. Ji bo vê di vê jiyana komînal de rewşa gerîlayên nexweş, birîndar û bi temen jî berçavan tên girtin û wan li gorî hêza wan tevlî xebatên pratîkî tên kirin. Ev gerîlayên xweseriya wan heye, li gorî hêza xwe tevlî jiyanê û karûbarên pratîkî dibin.

Ji ber sîstema ku hatiye rûnişkandin rê ji kedxwarî, serdestî, zilm û cinsiyetparêziyê re ne nayê dayî. Eger kesek berovajiyê van pîvan û prensîbên komînal û azadiya jin bikevin, hewl tê dayîn bi perwerdeyê guhertinê di wan de çêbikin. Eger dîsa di ya xwede israr bikin, li ser esasê edaleteke komînal derbarê wî/wê de hinek tedbîr tên girtin. Di gerîla de ji cezayê zêdetir perwerdekirin û îqnakirin esase. Lê ger di xwede israr bike, yekîneya ku girêdayî wê/wî dikarin biryarê bidin. Dema biryar tê dayîn li ser fermana rêveberiyê na, li ser esasê edaleta komînal tê dayîn.

Nûçeya berê

Bi şanoyekê banga xwedî derketina li mafên jinê hat kirin

Nûçeya pişt re

MÎT’ê li li Efrînê 6 welatiyên bi temen revandin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Wê Însiyatîfa Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê ber bi Behdînanê ve bi meşin

Gulan 24, 2022
Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayan lêxist: 19 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gulan 24, 2022

Xizmên şehîdên Axcelerê: Duh Baas, îro jî dewleta Tirk bombe li me dibarîne!

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Herêma Kurdistanê hîn jî kujerên Çelebî negirtine!

KNK di salvegera damezrandina xwede peyamekî belav kir

Nûçeya pişt re
MÎT’ê li li Efrînê 6 welatiyên bi temen revandin

MÎT’ê li li Efrînê 6 welatiyên bi temen revandin

Yên Li Pêş

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Çeteyên  DAIŞ’ê li gundekî Gulale komkûjî pêkanîn: 15 kuştî û birîndar

Gulan 24, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li gundê Îslah ya ser bi bajaroka Gulale komkujiyeke din pêkanîn, di encamê de ji malbatekî 6 kes...

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Parlementera Iraqê: Derbarê bêdengiya Hikumeta Iraqê û Herêmê ya li ser êrişên dewleta Tirk hişyarî da

Gulan 24, 2022

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Çiro Hemeşerîf, li ser bêdengiya Hikumeta Iraqê ya li beramberî bombebarana dewleta Tirk hişyarî da...

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê êriş kir: 6 welatî hatin kuştin

Gulan 23, 2022

Çeteyên DAIŞ’ê li bajaroka Taze Xurmato ya Kerkûkê êriş kirin, 6 welatiyan jiyana xwe ji destdan. Piştre jî di navbera...

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Cenazeyê Çelebî li cihê lê hatî qetilkirin hate pêşwazî kirin

Gulan 23, 2022

Cenazeyê Penaberê Siyasî û xwediyê xwaringeha Denîz piştî ku ji morga Silêmaniyê hate wergirtin berbi cihê lê hatî qetilkirin ve...

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Klîbek din li ser berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriyê hate weşandin

Gulan 24, 2022

Koma Mûzîkê ya Şehîd Serhed ya li xebatên xwe li jêr sêwana Navenda Çand û Hunerê ya Niwêger dimeşîne, ji...

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Cenazeyê Çelebî li Bakurê Kurdistanê ye

Gulan 24, 2022

Cenazeyê Mihemez Zekî Çelebî yê di encama êrîşeke çekdarî de li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest dabû û duh berbi...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist