Di medya Başûr de rêjeya jinan di naveber sedê 10 heta 20'an de ye

Di konferana 'Di medya Kurdî de mijara jinan' de hate eşkere kirin ku di medya Başûrê Kurdistanê de rêjeya jinan di navbera ji sedê 10 û 20'an de ye û medya di destê zilaman de ye.


 Bi boneya 121'emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî li Hola Rewşenbîrî û Civakî ya Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi navnîşana; 'Di medya Kurdî de mijara jinan' konferansek saz kir.

Di konferansê de newekheviya zayendî ya di nava medya Başûrê Kurdistanê de hate nîşan kirin. Li gorî rapora ji aliyê mamostayên zanîngehê de hatî amadekirin û di konferansê de hate xwendin, li Herêma Kurdistanê piraniya medyayê di destê mêran de ye û di navbera ji sedê 10 heta 20 jin di nav de cih digirin.

Endama Lijneya Amadkarî ya konferansê Nermîn Sindî li Rojnews'ê re axivî û got; "Em dixwazin bi riya vê konferansê rola jinan a di nava medyayê de zêde bikin. Rê ji wan jinan re xweş bikin ku dixwazin di medyayê de kar bikin. Em nikarin bêjin ku asta jinan a di nava medyayê de xerabe. Lê pêwîste zêdetir kar bikin ku hevsengiya zayendî di medyayê de çêbikin."