Di qezayên tirafîkê de 13 kes bûn qurbanî

Di encama sê qezayên tirafîkê ku li parêzgeha Dihokê rûdan, 2 kesan jiyana xwe ji destdan û 11 kes jî birîndarbûn.


Di roja sêyem a Cejna Qurbanê de li parêzgeha Dihokê di encama sê qezayên cûda de 2 kesan jiyana xwe ji destdan û 11 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Tirafîka Dihokê Azad Teha, diyar kir ku dinava kesên birîndar de zarok jî hene û birîna hinek ji birîndaran girane.

(şk)