Di roja rojnamegeriya Kurdî de ajansa me hate xelat kirin

Li bajarê Silêmaniyê bi boneya 121’emîn salvegera roja rojnamegeriya Kurdî merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê ajansa me hate xelat kirin.


Îro 121’emîn salvegera roja rojnamegeriya Kurdiye. Bi vê boneyê li avahiya qeymeqamtiya bajarê Silêmaniyê merasîmek hate lidarxistin. Di merasîmê de komek dezgehên ragihandinê ji ber şopandina çalakî û karên xwe xelata rêzdariyê standin.

Yek ji dezgehên ragihandinê ku xelata rêzdariyê stand ajansa me bû. Xelat ji aliyê qeymeqamê Silêmanî Awat Mihemed ve ji bo peyamnêra ajansa me Semîra Şehabî hate dayîn.

(nr)