کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Gelawêj 17, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Di salekê de 21 kolber ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve hatine kuştin

  ROJNEWS- NAVENDA NÛÇEYAN
19/01/2022 - 2:33:10 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
Di salekê de 21 kolber ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve hatine kuştin
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di rapora xwe ya sala 2021’an de ragihand ku herî kêm 46 kolberên Kurd li sînorên navbera Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin û jiyana xwe ji dest dane.  Ji wê hejmarê 4 kolber ji aliyê leşkerên Tirk û 17 jî ji aliyê pasdarên Îranê ve hatine kuştin.

Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê rapora xwe ya sala 2021’an ya derbarê binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê de eşkere kir.

Di raporê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di sala 2021’an de herî kêm 46 kolberên Kurd li herêmên ser sînor jiyana xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê 17 kolber ji aliyê pasdaren Îranê, 4 kolber jî ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hatine kuştin. Herwiha zarokek jî ku kolbertiyê dikir dawî li jiyana xwe aniye. 5 kolber ji ber aşutê, 3 kolber ji sermayê, 3 kolber ji çiya ketine û 3 kolber ji ber tengbuna dil jiyana xwe ji dest dane. Kolberek jî di avê de xeniqiye, 9 kolber jî di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane.

5 kasibkarên Kurd di encama êrişa hêzên Îranê de jiyana xwe ji dest dane, yek jî birîndar bûye.

Di nava salê de 47 koler birîndar bûne, ev kolber di encama êrişên hêzên Îran û Tirkiyeyê de birîndar bûne. 17 kolber jî ji çiya dikevin û birîndar dibin, kolberek ji ber teqîna mayînê birîndar bûye, 26 kolber jî bi bûyerên cûda birîndar bûne.

Herî kêm 30 girtî jî hatine bidarvekirin, 6 girtiyên Kurd hatine êşkencekirin, 6 welatiyên ji ber êrişan direvîn hatine kuştin, 4 kesên hatibûn binçavkirin ji ber kêmxemiyê û 14 kes jî ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 25 kes jî birîndar bûne.

4 aktivîstên PJAK û HDK’ê li Pênciwên, Silêmanî û Hewlêrê bi destê hêzên komara Îslamî ya Îranê  hatine kuştin. Ji bo 98 aktivîst û welatiyên Kurd cezayê darvekirin û heta hetayî hatiye birîn.

Herî kêm di sala 2021’an de 32 jin hatine kuştin, ev kuştin bi sedemên cûda pêkhatine û piraniya xwe bi destê zilaman pêkhatiye.

Di sala 2021’an de herî kêm 6 penberên Kurd ku dixwestin biçin Ewrupayê, jiyana xwe ji ddest dane. 421 welatî ku di nav de zarok, rojnamevan û aktivîst hene bi sedemên siyasî ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hatine binçavkirin.

(nr)

Nûçeya berê

Di qezayên trafîkê de 36 kesan jiyana xwe ji destdan

Nûçeya pişt re

‘Xwedî derketina li Efrînê erkek pîroz yê hemû Kurdek azadîxwaze’

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

KNK’ê û Desteya Mafê Mirovan binpêkirinên li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin

Gelawêj 16, 2022
30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

30 parlamenterên Herêmê: Jiyana girtiyên Behdînan di metirsiyê de ye

Gelawêj 16, 2022

KNK’ê û rewşenbîrên Hewlêrê metirsiyên li ser Kurdistanê nîqaş kirin

Ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî

Îdia: Li Kobanê 16 leşkerên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan

Di êrişa hêzên Îranê de 12 kolber birîndar bûn

Nûçeya pişt re
‘Xwedî derketina li Efrînê erkek pîroz yê hemû Kurdek azadîxwaze’

‘Xwedî derketina li Efrînê erkek pîroz yê hemû Kurdek azadîxwaze’

Yên Li Pêş

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Remzî Kartal: Di 15’ê Tebaxê de dijmin têk çû

Gelawêj 16, 2022

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal: “Guleya 15’ê Tebaxê, tirs û xofa di dilê Kurdan de şikand û bû mîladek nû....

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Cejna Vejînê li Mexmûrê bi coşek mezin hate pîrozkirin

Gelawêj 16, 2022

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de soza şopandina rêya...

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Sadiq Sindî kiye û rola wî di pêngava 15’ê Tebaxê de çibû?

Gelawêj 16, 2022

Şehîd Sadiq Sindî kesayetek qehreman ê devera Behdînanê bû, lingek wî li Beka li cem Rêber Ocalan bû, lingê wî...

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Firîna bazek ji Mihabadê ta Qamişlo: Rêzan Cawîd

Gelawêj 16, 2022

Li Rojhilatê welat mîna teyrek baz di ser çiyayên Kurdistanê re dest bi firînê dike, çeka wê li Şaho ye,...

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Artêşa Tirk bi awayek hemwext êrişê Kobanê, Dirbêsiyê û gelek deverên din kir

Gelawêj 16, 2022

Ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve navenda bajarê Kobanê, Girê Miştenûrê û rêya Helebê hatin topbarankirin. Navenda bajarê Kobanê...

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Silêmaniyê Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Gelawêj 15, 2022

Li Silêmaniyê bi boneya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, şahiyek hat lidarxistin. Di saetên êvarê de li Seyrangeha Serawî ya...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist