Bi rasthatina salvegera 4’an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê îro li navçeya Şêrawa ya Efrînê bi deh hezaran şênî bi dirûşma “Em ê Berxwedana Serdemê mezin bikin û dagirkeriyê tune bikin” meşiyan.
Bi deh hezaran koçberên kantona Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê li ser rêya navneteweyî M5 a di navbera Heleb û kantona Efrînê ya dagirkirî de kom bûn.
Meş beriya çend kêliyan ji rêya M5 destpê kir û tê payîn li Kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê bi dawî bibe.