Li gundê Girdepan yê ser bi bajaroka Daretû ya Berdereş a girêdayî Dihokê di navbera du malbatan de pevçûn derket, di encamê de pênc kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li gundê Girdepan yê ser bi bajaroka Daretû ya Berdereş a girêdayî Dihokê ji ber danîna kabîneyek di nava zeviyek de, di navbera du malbatan de pevçûna bi dar û beran rû da. Piştre jî çek hatin bikaranîn.
Di encama pevçûnê de pênc kes birîndar bûn, birîndar rakirin nexweşxaneyê, tê gotin rewşa birîndarek girane.
Derbarê bûyerê de Berdevkê Polîsên Dihokê Hêmin Silêman, diyarkir di pevçûnan de pênc kes birîndar bûne û her du malbatên şer kirine jî pismamên hevin.
(kş)