Dibe ku beşê muzikê yê Peymangeha Hunerên Xweşik were girtin

Piştî 18 salên avabûna Beşê Muzikê ya Peymangeha Hunerên Xweşik a Kifrê tenê 6 mamosta hene û Rêveberê Peymangehê eşkere kir ku mamosta gihîştine wê biryarê ku vî beşî bigirin.


Peymana Hunerên Xweşik a Kifrê ya ser Germiyan di sala 2001'an de hatiye avakirin û sê beşên wê heye. Ji beşên şano, muzik û şêwewkariyê pêk tê. Di sala 2018 û 2019'an de ji bo hersê beşan tenê 146 xwendekar hebûn. Li peymengahê xwendin ji 5 qoxaxan pêk tê. Xwedekarên pola 9'an xilaskirin lê tên wergirtin û piştî qedandin dîplomayên xwe digirin.

Peymana Hunerên Xweşik a Kifrê hinek pirsgirêkên xwe heye. Avahiyake wê ya guncav yek ji pirsgirêkên wê ye. Peymangeh li Dibistana Amadeyî ya Pîşsazî ya Kifrê de ye. Di dema rejîma Baas de hatiye avakirin û gelek kevin bûye. Xwendekarên wê gazinê dikin ku ji bo pêşandana berhemên xwe yên şano, şêwekarî û muzikê cihek guncav nîne. Herwiha ceryana avahiyê xerab bûye û metirsiya wê li ser jiyana xwendekaran heye.

Pirsgirêkek din a peymangehê nebûna mamostayên pêwîste. Bi taybet ji bo beşê muzikê. Ango ji bo beşê muzikê tenê 6 mamosta hene. Ji bo vê pirsgirêkê 5 sale xwendekarên nû nehatine wergirtin. Îsal ji vî beşî 8 xwendekar mezûn bûn. Mamosta jî hemfikrin ku ji bo sala nû ti xwendekaran negirin.

Têkildarî sedema nebûna mamostayen pêwîst, Rêveberê Peymangeha Peymana Hunerên Xweşik a Kifrê Dawid Mihemed got;"Ji ber sedema ku cih ji navenda îdareya Germiyan dure mamostayên pispor kêmtir berê xwe didin vir.

Her çiqas 18 sale peymangeh hatiya avakirin û dehan xwendekaran beşê muzikê temam kirine, lê hîn nekarine pirsgirêka kêm mamostatiyê çareser bikin û waneyan bidin. Mixabin her sal xwendekar ji vî beşî mezûn dibin. Lê mamostayek baş jê derneketiye ku bi pratîkî waneyan bide. Lewma herî dawî mamostayên vî beşî gihîştin wê biryarê ku nikarin xwendekaran ji bo vî beşî bigirin û baş dizanin ku bigirin."

Dawid Mihemed diyar kir ku li Germiyanê navendekî girêdayî beşên li peymangehê hene nîne, lewma piştî ku xwendekaran qedand rasterast dest bi karên cuda yên weke karkeriyê dikin.

Pirsgirêkek din a peymangehê bûdceya kêm a peymangehê de ku tenê 500 hezar dînar e. Dawid Mihemed diyar kir ku ji ber piraniya karên wan pratîkî ye pêwîstiya wan bi bûdceyek zêdetir heye û xwest ku budceya wan were zêdekirin.

Rêveberê Peymangeha Peymana Hunerên Xweşik a Kifrê Dawid Mihemed da zanin ku pirsgirêkên peymangehê gelek in û pêwîstî bi çareserkirina bingehîn heye.

(ab)