‘Dibe ku guhertinên li Bexdayê nakokiyên bi Kurdan re zêdetir bike’

Sêşem, 29 Mar 2016 – 10:37 

‘Dibe ku guhertinên li Bexdayê nakokiyên bi Kurdan re zêdetir bike’

Rojnamevan Yasîn Taha diyar kir ku Tevgera Sedir dixwaze di bin navê reformê de bandora xwe zêde bike û destnîşan kir ku guhertinên li Bexdayê dibe ku nakokiyên di navbera Kurd û Bexdayê de zêdetir bike û ji hev dûr bikevin.


ŞINA FAYIQ / ROJNEWS

Rojnamevan Yasîn Taha derbarê paşeroja hikûmeta Ebadî û armanca zextên Sedir ji bo reforman bi RojNews re axivî û got: “Di navbera Tevgera Sedir û Hizba Dawa (Partiya Ebadî) de nakokiyek mezin heye. Ji ber ku Hizba Dawa piştî 2003’an heta niha gelek wezaretên girîng di destê wan de ye û Tevgera Sedir û partiyên di jî ji vê bêparin. Jixwe Tevgera Sedir xwe wek tevgera Şîeyên feqîr û hejar dide nasîn. Ji bo wê jî niha dixwaze di bi navê reformê de para xwe ji hikûmetê bigrin û wezaretên girîng ji destê partiya Ebadî derbixin.”

Yasîn Taha bal kişande ser vê yekê ku ya Muqteda Sedir tenê mijara reformê nîne belkû çareserkirina pirsigrêk û qeyrana partiyên Şîe ye jî. Taha wiha berdewam kir: “Sedir dixwaze hêz û bandora xwe îspat bike. Ji ber ku di nava Şîeyan de wek rêberek ruhî û pêşeng e.”

‘Hikûmeta Heyder Ebadî di warê siyasî de têk çûye’

Rojnamevan Yasîn Taha dazanîn ku hikûmeta Heyder Ebadî di warê siyasî de têk çûye ji ber ku meclîsa Eila sê wezîrên xwe kişandiye û wiha domand: “Sedir beşdarî hikûmetê nake. Du wezîrên Sune jî îstifaya xwe dane. Lê belê hemû alî di vê baweriyê de ne ku pêwîste hikûmeta heyî guhertinan di nav xwe de çêbike. Êdî guhertin di hemû wezaretan de çêdibe yan bi giştî çêdibe, lê hikûmeta heyî bi vê halê xwe nabe. Dibe ku bi giştî biguhere û serokwezîr Heyder Ebadî jî nemîne.”

‘Kurd ji bo kabîneya nû ne amade ne’

Der barê cihgirtina Kurdan di kabîneya nû de jî rojnamevan Taha wiha axivî: “Helwesta Kurdan di vê mijarê de ne zelale û ji bo kabîneya nû ne amade ne. Partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê yek nînin. Mirov dikare bêje Kurd tenê rola temaşeger dilîze. Ne tevlî civîn û danûstandinan dibe ne jî ti nêrînekî dide.”

Di dawiya axaftina xwe de rojnamevan Yasîn Taha zêde kir ku dibe guhertinên li Bexdayê bibe sedema çêbûna mesafeya di navbera Bexda û Kurdan de û wiha got: “Ger hinek namzedên Kurd werin diyar kirin bi dilê PDK û YNK nebe dibe ku boykot û nerazîbûn jî çêbibe. Zexta li ser Ebadî ewe ku wezîrên heyî bi temamî werin guhertin, ev jî bi dilê aliyên Kurd nîne. Ji ber vê yekê jî dibe ku nakokiyên di navbera Kurdan û Bexdayê de zêdetir bibe.”

(ge)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist