Dijî sûcên Tirkiyeyê îmzeyên yekem ji malbata Sara hatin girtin

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd, di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a li dijî sûcên şêr ên dewleta Tirk dabû destpêkirin de, îmzeyên destpêkê ji malbata zaroka bi navê Sara ku di êrîşên dewleta Tirk de lingê xwe winda kiribû, hatin girtin.


Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd ku ji kesên xwebexş, hiquqnas û çalakvanên Başûrê Kurdistanê pêk tê, li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Rojava, bi hevkariya Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyê kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin.

Komîsyonê, di 11’yê mijdarê de li avahiya Nunertiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya li Silêmaniyê, li gel rêveberiya nûnertiyê civînek çapemeniyê lidar xistibû û têkildarî kampanyayê zanyarî dabûn.

Komîsyonê eşkere kiribû ku kampanyaya wan li Rojava hatiye destpêkirin û ewê li Başûr jî di vê çarçoveyê de îmzeyên penaberên Rojava kom bikin.

Di çarçoveya kampanyayê de endamên komîsyonê îro çûn serdana malbata zaroka bi navê Sara ya 8 salî ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser bajarê Qamişlo yê Rojava de lingekî xwe winda kiribû û li gel malbata xwe derbasî Silêmaniyê bû.

Sara Yusif Hisên (8) di 10’ê cotmehê de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser bajarê Qamişlo de, li taxa Qudurbeg lingekî xwe winda kir. Birayê Sara yê bi navê Mihemed Yusif Hisên ê 13 salî şehîd bû, birayê wê bi navê Ehmed Yusif Hisên ê 11 salî jî, ji çavê xwe birîndar bû.  

Piştî êrîşê malbata Sara bi armanca dermankirina zarokên xwe, bi alîkariya Rêxistina Mirovî ya Mam derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bû. Sara û birayê xwe niha ji aliyê Rêxistina Mirovî ya Mam ve tên dermankirin.

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd jî îro destpêkê çûn serdana Rêxistina Mirovî ya Mam û ji ber alîkariya wan destxweşî kir.

Pîştî serdanê endamên komîsyonê li gel rêveberên Rêxistina Mirovî ya Mam çûn serdana malbata Sara. Endamên komîsyonê di serdanê de rewşa malbatê pirsîn û diyarî dan Sara û birayê wê Ehmed. Malbatê jî pirsgirêkên xwe anîn ziman û spasiya endamên komîsyonê kir.

Endamên komîsyonê her wiha di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a dijî sûcên şer ên dewleta Tirk de, ji endamên malbatê îmze girtin. Endamên malbatê ku îmze dan, xwestin ku berpirspên êrîşên ser Rojava bên cezakirin.  

Komîsyona Belgekirina Sucên Qirkirina Gelê Kurd, di çarçoveya kampanyayê de wê sibe jî biçin wargehên penaberan ên li Silêmaniyê û îmzeyan kom bikin.