Mamostayê Peymangeha Teknîkî ya Koyeyê Dilşad Ehmed Şerîf ku pisporê aboriyê ye got: “Ev desthilata Kurdî ya vir ji ber kîna xwe ya şexsî, hizbî û ecîndeya welatan sînor li ser parçeyek xaka Kurdistanê digire. Ev jî neberpirsyartiye û ji pîvanên aborî yên neteweyî dûre. Ji ber ku hinek hêz xwe weke neteweyî dibînin, lê her tiştî li dijî neteweya xwe dikin. Siyaseta aborî ya Herêma Kurdistanê neraste û komek kes weke bazirgan bi rê ve dibin.”
Di 16’ Kanuna 2021’an de çekdarên PDK’ê bêyî biryara parlamento û hikumeta Herêma Kurdistanê, deriyên Sêmalka û El Welîd li ser Rojavayê Kurdistanê girtin. Hîn derî nehatiye vekirin. Berpirsên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin ku PDK’ê sedema girtina geriyan ji wan re neragihandiye.
Mamostayê Peymangeha Teknîkî ya navçeya Koyeyê ya Hewlêrê Dilşad Ehmed Şerîf ku pisporê aboriyê ye têkilgerî girîngiya rêveberina deriyên sînorên Herêma Kurdistanê yên li gel welatan bersiva pirsên Rojnews’ê da.
- Ji bo Herêma Kurdistanê çi girîngiya deriyên sînor heye?
Di warê siyasî, civakî, bazirganî û aborî de deriyên sînor bandoriyek zêde heye ku bi riya deriyên sînor dikarin pirsgirêkên aborî çareser bikin. Dema ku pere zêde bû, xwestek zêde dibe, hikûmet jî baca zêdetir têxe ser eşyayên hawirde. Berevajî jî ger pere nema û xwestek kêm bû, dewlet dikare bacê û gumrikê kêm bike û tevgerê bêxe bazarê.
- Gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê siyasetek aboriyê ya tendurist dide meşandin?
Siyaseta aboriyê ya Herêma Kurdistanê ne raste. Ji ber ku nekariye binesaziya aborî di nava xwe de pêk bîne û girîngiyê bide piraniya sektora çandinî, pîşesazî û lawirvaniyê. Lewma gelek caran dewletên cîran mercên xwe li ser Herêma Kurdistanê didin pejirandin. Sedema vê jî xerab bi rêveberina Kurdistanê ye ku tenê bîr li berîka xwe û berjewendiya partiya xwe dikin.
- Hun li ser Rojavayê Kurdistanê girtina deriyên Sêmalka û El Welîd çawa dinirxînin û çi bandorî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê heye?
Bêguman girtina her deriyek sînor bandoriya xerab wê li ser herdu aliyan bike. Di demekî ku li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyan hawirde dikin, hikûmeta Herêma Kurdistanê baca xwe distîne û jê sûdmend dibe. Dema ku eşyayan hawirdeyî Rojavayê Kurdistanê jî dikin, dubare Herêma Kurdistanê sûdmendê yekeme. Ji bo Rojavayê Kurdistanê ji her wiha ye.
- Li gorî nêrîna we sedema girtina deriyên sînor ên bi navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de çiye?
Ev desthilata Kurdî ya vir, ji ber kîna şexsî, hizbî û hebûna ecîndeya welatan sînorê li gel parçeyek din a axa Kurdistanê digire. Ev jî neberpirsyartiye û ji hemû pîvanên aboriya neteweyî dûre. Ji ber ku hinek hêz xwe ke neteweyî dibînin, lê li dijî neteweya xwe her tiştî dikin. Dixwazim bêjim, ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rê ve dibe, tenê bîra bazirganî û xwedelimendkirinê ye.
- Gelo desthilatdariya Herêma Kurdistanê bi awayek berpirsyartî danûstandinê li gel Rojavayê Kurdistanê dike?
Ka hikûmeta Herêma Kurdistanê kengê bi berpirsyartî nêzî welatiyên Herêma Kurdistanê bûye, heta xwe li beramberî Rojavayê Kurdistanê yan ji parçeyek din berpirsyar bibîne. Ev desthilata Başûrê Kurdistanê karek wiha kiriye ku fêkî û hemû tiştan ji derve bîne. Di demekî ku Başûrê Kurdistanê xwedî xakek dewlimende û ji bo her sektorê guncave, li vir ji bo me zelal dibe ku desthilata Kurdî gelek ne berpirsyarane hikûmranî dike.
- Gelo rêveberina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê bi zanistî ye?
Ne rêveberina deriyên sînor, belku komek kes weke barizgan Herêma Kurdistanê bi rêve dibin ku tenê bîr li qecenca kesên xwe dike û ti pîvanên zanistî nîne. Lewma aboriya Kurdistanê di bin destê çend berjewendîxwazan de ye ku dixwazin welatiyan bêxin bin destê xwe de.
- Gelo çiqas raste bepirsên Herêma Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê derî girtine?
Di demekî ku welatên cîran li ser Herêma Kurdistanê deriyan digirin, Kurdistan hewar dike û ji bo çend krîz çêdike, lê bi xwe gelek bi bêwijdanî derî li ser beşek din ê Kurdistanê de digire ku divê hevkariyê pêşkêş bike. Lê ji bazirganiya siyasî ev yek nayê payîn.
(ab)