HOGIR EZÎZ
Hunermendên Çemçemalê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de gotin, divê hizbên Kurdî bi hişmendiya netewî kar bikin. Her wiha dan zanîn nabe çapemenî di beramberî dagirkeriyê de bêdeng bimîne. Hunermendan bibîrxistin ku Herêma Kurdistanê ji ber bandora weşanên çapemeniyê yên li ser koçberiya salên 90’î hat avakirin. Her wiha dan zanîn aqûbeta rejima Erdogan jî wê wek ya Sedam be.
Ji hemû beşên civaka Başûrê Kurdistanê nerazîbûn li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr tê nîşandan. Hunermendên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî bi rêya Rojnews’ê helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê anîn ziman.
Şanoger Helwest Nerîman: Em ji ber bêdengiya aliyên Kurdî ya li dijî dagirkeriyê bi fikarin. Heta niha jî em bi hişmendiya hizbî nêz dibin, ne bi hişmendiya netewî. Divê em hizbê bixin di xizmeta gel de, ne ku bibin koleyê modern ê hizbê.
Mixabin mîna aliyên siyasî çapemeniya Başûr jî li dijî dagirkeriyê bêdenge. Giringiyê bi berpirsyartiya xwe ya netewî nadin. Bi taybetî di vê dema ku dagirkerî tê kirin û çekên qedexekirî tên bikaranîn, çapemeniya Kurdî helwest nîşandaya. Ev herêm bi saya kamera û weşandina koçberiya salên 90’î hatiye naskirin û avakirin.”
Mûzîkjen Herêm Kakeyî: Bi rastî cihê fikarê ye ku dewleta Tirk çekên kimyayî li dijî gelê Kurd bikartîne. Divê dewleta Tirk wê yekê ji bîr neke ku Sedam Hisên ji dewleta Tirk bi hêztirbû, piştgiriya wî ya navdewletî jî zêdetir bû. Wî jî li dijî gelê Kurd çekên kimyayî bi karanî. Lê me piştre dît rejima wî çawan hat rûxandin.
Her dijmin û dagirkerek bixwaze gelê Kurd û destkeftên wê yên netewî ji holê rake, ew xeyalek valaye. Gelê Kurd gelek zindî û berxwedanvane. Divê pirsgirêka Kurd li ser mêzê giftûgoyê were çareser kirin.
(kş)