کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Çarşem, Rêşemî 1, 2023
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

‘Divê helwestek zelal li dijî êrişên Tirkiye û Îranê were nîşandan’

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
01/12/2022 - 7:15:02 am
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Welatiyên parêzgeha Silêmaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û rejima Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi fikarin. Welatiyan daxwaz ji hikûmet û civaka navdewletî kirin li dijî êrişan helwestek zelal nîşandin.

Welatiyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê ji ber êrişên dewleta Tirk û Îranê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi fikarin, welatiyan dan zanîn ti behaneyek ji êrişên her du dewletan re nayê qebûl kirin û divê pêşî li êrişan were girtin.

Welatiyê bi navê Edalet Mihemed yê ji bajarokê Dukan, diyar kir ku dewleta Tirk bi dehan sale sinorê xaka Kurdistanê derbas dike û ev yek binpêkirina yasayên navdewletiye. Edalet got; “Êrişên dijmin wê bi yên li ser çiyayan sinordar nemîne, dibe êrişên li ser bajaran jî destpêbikin. Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistan, hikûmeta Iraq û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî li beramberî van êrişan bêdeng nemînin û helwest nîşandin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Omer jî kiryarên dewleta Tirk şiband kiryarên rejima Baas û wiha got: “Bi salane bêy sedem zilm li Kurdan tê kirin. Tişta ku dewleta Tirk dike ji tişta ku rejima Baas dikir gelek xirabtire. Dewleta Tirk me topbaran dike û gazên kîmyawî li hemberî me bikartîne.”

Mihemed got ku dewleta Tirk bi behaneya şerê li dijî PKK’ê gelek caran çekên kîmyawî bikartîne û wiha domand: “Mane PKK jî Kurdin û ti ziyanek wê ji bo ti dewletekê çênebûye. Tenê parastinê li xaka Kurdistanê dikin. Pêwîste civak, bi taybetî jî hikûmeta Iraqê li beramberî van kiryarên dewleta Tirk bêdeng nebin û helwest nîşandin.”

Li ser heman mijarê welatiyê bi navê Kameran Şarbajêrî yê ji bajaroka Şarbajêr, di destpêkê de êrişên dewleta Tirk û Îranê şermezarkir û got: “Em wek xelkê bajaroka Şarbajêr êrişên dewleta Tirk û Îranê şermezar dikîn ku bi berdewam me topbaran dikin. Bêy ku ti sedemek hebe, welatiyên sivîl şehîd dixin, gundên me wêran dikin.”

Kameran da zanîn divê hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê li dijî êriş û qetilkirina sivîlan helwestek cidî nîşan bidin. Kameran got, êrişên her du welatan (Tirkiye-Îran) dubarekirina dîroka rejima Baas a li beramberî Kurda ye.

(kş)

 

Nûçeya berê

ROJEVA 01.12.2022

Nûçeya pişt re

Hayde ya ku 10 sale karê dirûtinê dike bi dehan jin fêrî pîşeyê xwe kiriye

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê civiyan

Rêbendan 31, 2023
Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Çalakiyên zayendî li sinorê parêzgeha Silêmaniyê hatin qedexekirin

Rêbendan 31, 2023

Komeleya Qurbaniyên Helebce: Divê parlemento yasaya taybet bi qurbaniyên kîmyabaranê erê bike

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Şehîd Aram li ser gora xwe hate bibîranîn

PDK û YNK carek din dicivin

Nûçeya pişt re
Hayde ya ku 10 sale karê dirûtinê dike bi dehan jin fêrî pîşeyê xwe kiriye

Hayde ya ku 10 sale karê dirûtinê dike bi dehan jin fêrî pîşeyê xwe kiriye

Yên Li Pêş

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Dijwar Feqîr û Meclîsa Gel a Xanesorê ne bi balafirên bêmirov, bi mayînan têne hedefgirtin

Rêbendan 31, 2023

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS Maseya MÎT’ê ya Şengalê û Parastinê, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Dijwar Feqîr û teqandina Meclîsa Gel a...

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Peyama Şehîd Viyan Caf a ji bo jinên êşkişandî yên Kurd

Rêbendan 31, 2023

Şehîd Viyan Caf ku digot, min bersiva hemû pirsên xwe di PKK’ê de dît, berê niha 17 salan, li dijî...

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Ji Wargeha Bêrsivê 231 koçber vegeriyan Şengalê

Rêbendan 31, 2023

Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji Wargeha Bêrsivê 1 a li Zaxoyê 231 koçber vegeriyan Şengalê. Wezîra...

KODAR: Raperîna gelê Beluç mafek demokratîke

KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir

Rêbendan 31, 2023

KODAR'ê ji bo alîkariya bi mexdûrê erdhejê bang kir û diyar kir ku alîkariya bi xelkê me yê Xoyê ku...

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Çima destura Herêmê nehatiye nivîsandin û kî nahêle destur were nivîsandin?

Rêbendan 31, 2023

Piştî rûxandina rejima Baas di sala 2003’an de destura nû ya Iraqê hat nivîsandin. Yek ji madeyên wê destûrê di...

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Girtiyên jin banga rawestandina cezayê darvekirinê kirin

Rêbendan 31, 2023

7 jinên girtiyên siyasî yên li Îranê girtîne, dijberiya xwe ya li dijî cezayê darvekirinê anîn ziman û xwestin ku...

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist