‘Divê hêzên Başûr helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê zelal bikin’

Çarşem, 4 Avrêl 2018 – 08:33 

‘Divê hêzên Başûr helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê zelal bikin’

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Bêrîvan Mihemed diyar kir ku baregehên artêşa Tirk ên li Herêma Kurdistanê ji bo dagirkirina Kurdistanê ye û bang li aliyên siyasî kir ku li dijî dagirkeriyê helwesta xwe zelal bikin.


ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

Gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê didome. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê jî li hemberî gefan û êrîşan bêdenge. Piştî ku artêşa Tirk êrîşî Efrînê û Rojavayê Kurdistanê kir niha jî tê gotin ku artêşa Tirk herî kêm 15 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê de lê, Hikûmet Başûrê Kurdistanê li hember vê binpêkirina sînor bêdengiya xwe diparêze.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed diyar kir ku ji roja Tevger hatiye damezrandin heya niha ew daxwaza derxistina baregeh û binkeyên leşkerî yên artêşa Tirk dikin û wiha axivî: “Hebûna artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê ji derveyî niyeta dagirkeriyê ti tiştek din nîne. Tirkiye ne tenê di warê leşkerî de di warê aborî de jî hewl dide Başûr kontrol bike. Rêze filmên Tirkî jî yek ji amûrên belavkirina siyaseta Tirkiyê li nava Başûrê Kurdistanê de ye. Têzanîn ku hinek kanalên sîxûrî yên Tirkiyê jî li Başûrê Kurdistanê heye.”

Bêrîvan Mihemed li hember ev dagirkeriya pir alî ya Tirkiyê bêdengiya Hikûmeta Herêmê û Iraqê jî rexne kir û destnîşan kir ku bêdengiya Hikûmeta Federal a li hember binpêkirina xaka wê balkêşe û wiha pêde çû: “Em bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî şermezar dikin. Hêzên siyasî yên herêmê jî ne xwedî îradeyeke siyasî û azadin. Ji ber hinek berjewendiyên hizbî û şexsî yên li gel Tirkiyê nikarin li hember van êrîşên dewleta Tirk derkevin û helwestek raber bikin, bi taybet jî PDK wiha ye.”

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Bêrîvan Mihemed bang li hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê zelal bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger ev dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê berfireh bibe wê îradeya gelê Başûr û hêzên siyasî nehêle.”

(bz)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist