‘Divê Kurd bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin’

Endama rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê diyarkir ku ji ber nebûna yekîtiyê, gelek caran destkeftiyên Kurdan ji dest derketine. Endamê KNK’ê jî da zanîn ku pêwîste êdî ne dewletên ji derve, Kurd bi xwe biryar li ser çarenûsa xwe bidin.


Li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên Kongreya Netewî a Kurdistanê (KNK) yên ji bo yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî dewam dikin. Di derbarê hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya netewî de endama rêveberiya Yekgritûya Îslamî ay Kurdistanê Nîga Seîd û endama KNK’ê Zekerya Hewramî ji Rojnews re axivîn.

Endama rêveberiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Nîga Seîd got ku ji ber nebûna yekrêziyê, gelek caran destkeftiyên gelê Kurd ji dest derketine. Nîga da zanîn ku ger aliyên siyasî ji bo destkeftiyê nîştimanî dev ji mijarên hizbî bernedin, wê nekaribin bigihin armancên xwe jî. Li gorî Nîga tenê wezîfe û hizbayetî ji bo hizban girîngin. Nîga destnîşan kir ku divê hizb dostê miletê xwe bin.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Zekerya Hewramî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Zekerya balkêşa ser hewldanên KNK’ê yên ji bo lidarxistina kongreya netewî û got ku ji sala 1999’an ve ji bo lidarxistina kongreya netewî kar tê kirin. Zekerya wek sedem jî got; “Ji ber ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin çêdibin. Ger gelê Kurd wiha parçebe, wê rewş xirab bibe û destkeftiyên heyî jî ji holê rabin.”

Zekerya anî ziman ku hinek aliyên siyasî, bi Îranê re ne û hinek jî bi Tirkiyeyê re ne, jibo vê hewldanên berê hatîn kirin negihiştibûn encamekê. Zekerya li ser vê jî got ku divê êdî ew alî nebin dardestê wan dewletan û pêwîste Kurd bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin.

(nr)