Îro sê sal li ser şehîd bûna şoreşgerê pêşeng Diyar Xerîb bi nasnav (Heval Helmet) re derbazbû. Li dijî sîstemê xwedê rihê zindî û raperîn bû û şoreşgerê hemû serdeman bû. Hemû jiyana xwe ya şoreşgerî ji bo pêkanîna neteweya gelê Kurd û azadiya gelê Kurd veqetand. Di 26’ê Hezîrana 2019’an de bi destê xiyaneta navxweyî hat şehîd xistin.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di nava hevalên xwe yên têkoşînê de bi Heval Helmet di hate gazî kirin. Di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ê Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe. Çend salan li gund dijî, piştre di sala 1980’an de bi malbata re tê Silêmaniyê, lê ji ber ku hez ji jiyana gund dike, timî serdana gund dike û gelek li gundan dimîne.
Ji ber ku li herêma gundê wan baregehên pêşmergeyan hebû, di dema li wir dimîne fêrî jiyana pêşmergetiyê dibe. Bi vê riyê ruhê nîştîmanperwerî li gel pêş dikeve.
Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û Amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike. Ji derveyî ku ew bi xwe tevlî têkoşîna Tevgera Azadî ya Gelê Kurd bû, birayek wî yê bi navê Dilêr di Raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd bû.
Piştî sala 1988 û heta 1991’an valahiyek di xebata siyasî ya Başûrê Kurdistanê çêbû. Diyar Xerîb di vê serdemê de ti temenê ciwaniyê de navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Ocalan dibihîse. Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistina PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.
Heval Helmet bi xwe wiha behsa vê qonaxê dike: “Hêviyek mezin ji bo gelê Kurd çêbû, ji ber raperîn hat kirin û Kurd azadbûn. Ew yek ji bo me cihê keyfxweşiyê bû. Di wê serdemê de min li ser PKK’ê hinek tişt bihist, gotinên wisa bûn ku eniyek ya Kurdistanê li gel PKK’ê eniyekî netewî ya mezin ji bo gelê Kurd tê avakirin. Ji ber wê Mam Celal Telebanî ji bo lihevkirinê çû gel Rêber Apo û ev yek moralê me bilindkir.”
Keyfxweşî û bendewariyên gelê Başûrê Kurdistanê yên destkeftiyên raperînê demkurtbûn. Şerê navxweyî yê di navbera YNK û PDK’ê û biryara şer ya li dijî PKK’ê bû sedema tinekirina îradeya gel û destkeftiyên raperînê. Dengê nerazîbûnan her ku diçû bilindtir dibû li hemberî desthilatdariya Başûr.
Di heman qonaxê de berevajiyê vê yekê çiruska şoreşa PKK dikeve Başûrê Kurdistanê û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo têkoşîn geş dibe. Diruşme û şerê gerîla bala gel dikîşîne. Pêl bi pêl ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin çiyayan û beşdarî refên gerîla dibin.
Heval Helmet yek ji wan ciwanan bû. Heval Helmet li ser tevlîbûna xwe wiha dibêje: “Her ku diçû rexneyên min li ser YNK’ê û PDK’ê zêdetir dibû. Qala Kurdîtiyê dikirin lê Başûriyan ji beşên din yên Kurdistanê cuda dikirin. Evane ji bo min nakokîbûn. Lê dema temaşe dikir di diruşmeyên PKK’ê de mijara Kurd li hemû beşan de yek di hat destgirtin. Ev yek ji bo min rastir bû. Li ser vê yekê min dest bi lêgerînê û xwendina Rêber Apo kir. Nivîsên ku min xwendî di derbarê sosyalîzm, netewbûn û mijara Kurd de tiştên nû bûn.”
Di wê demê de di nava ciwanan de kar û xebat dimeşîne û dibîne ku êdî nabe bersiv ji xwestekên wî re. Ji ber vê dibêje divê di nava refên gerîla de cih bigre û fikir û felsefeya azadiya Rêber Abdulah Ocalan ji nêzîk ve nas bike û di nav de jiyan bike.
Bihara sala 1997’an ji bo beşdarî perwerdeya li gel Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe tê hilbijartin, lê ji ber ku operasyona dewleta Tirk destpê dike, çend mehan di nava şer de dimîne. Piştî ku operasyon bi dawî dibe, di Cotmeha 1997’an de diçe li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Bi çavê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dibîne. Li gel wî dimîne û perwerde dibîne.
Diyar Xerîb têkildarî mayîna xwe ya li gel Ocalan û akademiyê wiha dibêje; “Ji berî ku peywendî li gel refên PKK’ê bikim, min çend pirtûkên Rêber Apo xwend. Ango bi fikrê Rêber Apo ve hatim girêdan, lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû. Ji derveyî gotinên wî, ez ji tevgerên wî gelek tişt fêr bûm. Xala bihêz a Rêber Apo ewe ku tiştek veşartî nebû. Her tişt bi eşkere digot. Tişta ku ji me re digot, ji her kesê re digot, li ser kanalên ragihandinê jî digot.”
Diyar Xerîb di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de gelek erk girtine. Di sala 2002’an de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezrandin. Di sala 2008’an heta 2014’an dibe serokê PÇDK’ê. Ji sala 2014’an ve dibe Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê. Gelek erk û berpirsyartiyên rêxistinî girt ser milê xwe. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû.
Heval Helmet di heman demê de nivîskar û rojnamevan bû û xwedî 5 pirtukên bi navê; Xwendinek nû ji bo dîroka Kurdistanê, Kurte dîroka Iraq û Başûrê Kurdistanê, Manîfestoya ciwanên Başûrê Kurdistanê, Xwe rêveberiya demokratîk û qirîza sîstem û pirsgirêka pêşengtiyê li Başûrê Kurdistanê. Ji bilî van bi sedan nivîs, lêkolîn û semîner pêşkêşkiriye.
Kesayet û taybetmendiyên Heval Helmet û tevgerên di navê girêdana yekitiya netewa Kurd û azadiya gelan de ew dike xwedî navekî navdar wek pêşengê şoreşa azadixwazên gelê Kurd û gelên bindest. Heman demê de dibe tirs û xofa di dilê dijmin û dagirkeran de, ji ber vê yekê wî dikin armanc.
Herî dawî di 26’ê Hezîrana sala 2019’an de destê xiyanetê gihişte heval Helmet û di êrişek ya hewayî ya balefirên şer yên dewleta Tirk a dagirker de li Qendîl li gel du hevalên xwe tê şehîd xistin. Piştre KCK’ê eşkerekir ku şehîdbûna Heval Helmet bi plan û beşdarbûna sixuran pêkhatibû û divê cezayê xwe werbigirin.
Şehîd Helmet rihê xwe kir diruşmeya ebedî ya li dijî sîstem û dagirkeriyê. Meşaleya têkoşînê li Kurdistanê li ser navê azadiyê hilgirt. Jiyan û têkoşîna Heval Helmet, perwerde û pîvanên wî ji bo azadî û têkoşînê bû hêviya serkeftinê. Îro mîrateyeke ku hemû Kurdan ji bo azadiyê li ser lingan dihêle.
Di sala 2021’an de li ser jiyana Heval Helmet pirtukek hat çapkirin. Pirtuk bi navê ‘Diyar Xerîb, Manîfestoya Kesayeta Azad û Şoreşgerê Kurdistanê’ ku ji 5 bergan pêktê ji aliyê nivîskar û rojnamevan Hesen Cudî ve hat amadekirin. Di pirtukê de qala jîname, gotar û hevpeyvînên heval Helmet hatiye kirin.
(fk)