Doktor û Karmendên Helebce li benda çareseriya pirsgirêkan e

Doktor û karmendên Nexweşxaneya Giştî ya Helebceyê 17’ê Gulanê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji ber nêzîkatiyên xerab ên Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê naçin ser kar. Karmend û doktor ji bo vegera ser kar jî dixwazin aliyên pêwendîdar soza çareserkirina pirsgirêkan bidin wan. Çavkaniyeke nexwest navê xwe bide jî diyar kir, berpirsên YNK’ê yên li Helebceyê ji bo ti astengî rû nede soza guhertina Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê dane.


Roja 17’ê Gulanê doktor û karmendên Nexweşxaneya Giştî ya Helebceyê çûyîna ser kar boykot kirin û banga îstifakirina Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê kirin.

45 doktor û karmendên Tenduristiya Helebceyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ji ber nêzîkatiyên xerab ên Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê ya li hember wan karê xwe radiwestînin û naçin ser kar.

‘Rêveberî nikare hevsengiyekê pêş bixe’

Yek ji karmendên tenduristiyê yê Helebce Helmet Şefîq ku di nav kesên dest ji kar berdane de cih digire diyar kir ku Rêveberiya Helebce di navbera karmend û doktoran de nikare hevsengiyekê pêş bixe.

Helmet Şefîq di dewama axaftina xwe de jî bal kişand ku rêveberiya Helebce bi guman nêzî karmend û doktoran dibin, qedexeyan li ser wan ferz dikin. Helmet Şefîq destnîşan kir van mijaran wer kir ku kar û xebat di nav hemahengiyekê de bi rê ve neçin.

Yek ji rexneya ku karmend û doktor li Rêveberiya Tenduristiyê dikin jî ew e ku bêyî agahiya wan karmend û doktor hatine veguhestin. Her wiha ji bo vegera ser kar jî dixwazin aliyên pêwendîdar soza çareserkirina pirsgirêkan bidin wan.

‘Pirsgirêk ji ber nehatine hinekan a kar rû daye’

Li hember vê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Helebceyê Doktor Azad Mistefa jî tawanên têkildarî rêveberiyê red kir, got ku niha nikarin hinek karmend û doktoran veguhezînin devereke din û got, “Pirsgirêk di encama berteka ji ber çend prosedurên li hember beşek doktor û karmendên tevlî dewama kar nedibûn hatin bicihanîn rû daye.”

Doktor Azad ji Wezareta Tenduristiyê û Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Silêmanî xwest ku doktor û karmendên dema xwe ya kar a li gor yasayê temam bûne bên guhertin.

Doktor Azad destnîşankirin ku veguhestina karmend û doktoran bi ti awayî weke ceza jî negirtine dest.  

Doktor Azad Mistefa doktor û karmendên venegeriyane ser kar hişyar kir û got, “Di bûyereke nayê xwestin de wê li hemberî wan prosedurên yasayê werin pêk anîn. Her wiha eger nexweşek jiyana xwe ji dest bide em ê dosyayên van doktor û karmendan pêşkeşî Dozgeriya Giştî bikin.”

‘YNK’ê soza guhertinê daye’

Li aliyê din jî çavkaniyeke ji Tenduristiya Helebceyê jî ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku berpirsên YNK’ê yên li Helebceyê ji bo ji ber nakokiya karmendan û rêveberiyê têkildarî beşa tenduristiyê ti astengî rû nede soza guhertina Rêveberiya Tenduristiya Helebceyê dane.

(yş)