Du jinên têkoşer Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî li Xaneqînê hatin bîranîn

image_print

Şemî, 13 May 2017 – 17:36 

Du jinên têkoşer Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî li Xaneqînê hatin bîranîn

Du jinên berxwedêr yên Kurd Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî yên ji aliya rejîma Baas û rejîma Îranê ve hatin darvekirin di salvegera şahadeta xwede hatin bîranîn.


EMÎR XANEQÎNÎ / XANEQÎN

Dû jinên pêşeng û berxwedêr yên Kurd Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî di salvegera şahadeta wan de ji aliyê jinên Kurd ve tên bîranîn. Îro li salona Mala Rewşenbîrî ya Selam li navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyalayê dû têkoşerên jin yên Kurd hatin bîranîn.

Endama Meclîsa Tevgera Azadî Dr. Rabîa Ebas têkildarî merasîmê ji ajansa me re axivî û got:: “Me weke rêxistinên jin herdû şehîdên jin Leyla Qasim û Şîrîn Elemhûlî bibîranî. Ev bîranîn her sal ji aliyê rêxistinên jin ve tê lidarxistin.”

Dr. Rabîa diyar kir ku ew bi van merasîman ne tenê şehîdan bibîrtînin, di heman demê de şehîdên xwe bi nifşên nû jî didin nasîn û wiha pêde çû: “Armanca me ji van merasîmên bîranînê meznahî û lehengiya wan bi nifşên nû bidin nasîne. Emê rêya wan bişopînin û tola wan jî hilînin. Ew ji bo parastina xaka Kurdistanê xebitîn.”

Di merasîmê de helbest hatin xwendin û sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna wan hate nîşandan.

Piştî sînevîzyonê welatî serdana tirba Leyla Qasim kirin û gûl danîn ser tirbê.

Leyla Qasim di 12’ê Gulana 1974’an de di temenê xwe yê 22 saliyê de ji aliyê rejîma Baas ya Sadam Hûseyîn ve hate darvekirin. Leyla Qasim jineke ciwan a xwendekar bû ku ji bo azadiya Kurdistanê di nava xebat û têkoşîneke bihêz de tevdigere. Ji bo dengê Kurdan bigihîne cîhanê tevî 4 hevalên xwe dikeve nava hewldana revandina balafirekî lê, deşîfre dibin. Di 24’ê Nîsana 1974ân de tê girtin. Di lêpirsîn û dadgehê de qet ji gotina xwe nayê xwarê û bi serbilindî fikrê xwe diparêze û dibêje;‘Min bikûjin lê, wê bi kûştina min re bi hezaran Kurd şiyar bibin’. Li ser vê biryardariya jina Kurd ya wêrek rejîmê cezayê darvekirinê lê dibirre. Leyla Qasim di 12’ê Gulana heman salê de bi xwendina sirûdeke Kurdî diçe ber darê îdamê û heya kêliya dawî ya jiyana xwe jî serî natewîne.

Şîrîn Elemhûlî jî piştî salan di 9’ê Gulana 2010’an de ji aliyê dewleteke din a dagirker ya Kurdistanê ve li Îranê li girtîgeha Evînê ya Tehranê tevî 3 hevalên xwe yên têkoşînê hate darvekirin. Şîrîn rû be rûyê hemû cûre êşkenceyên rejîma Îranê tê lê, qet serî nadene û bi serbilindî diçe ber darê îdamê.

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist