Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Mexmûrê pêkhatin peyamek da û êrişan şermezarkir.
Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê bombebaranên dewleta Tirk de peyamek belavkir. Barzanî di destpêkê de êrişên dewleta Tirk şermezar kir, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Sersaxiyê ji kesûkarên Kurdistaniyên Bakur û Başur re dixwazim ku îro di bombebarana hêzên asîmanî yên Tirkiye de li Başûr şehîd bûn. Em hevxemê we ne, hêvîdarim cihê şehîdan buheşta berîn be.”
(kş)