Emerîkayê di nava 8 mehan de 20 hezar leşker şandiye Rojhilata Navîn

Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Emerîkayê Frank McKenzie diyarkir ku nêzî 8 mehe Emerîka hêzê dişîne welatên li Rojhilata Navîn. Frank diyarkir ku Emerîkayê heya niha zêdetirî 20 hezar leşker şandiye Rojhilata Navîn.


Duh Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Emerîkayê Frank McKenzie li ser şandina dawî ya hêzên Emerîka ji bo Rojhilata Navîn daxuyaniyek da. Li gorî ajansa Associated Pressh generalê Emerîkê Frank berevajiyê serokê Emerîkayê Donald Trump, diyarkir ku Emerîka 20 hezar leşker şandiyeRojhilata Navîn.

Frank McKenzie di dewama daxuyaniya xwe de dibêje; “Ji bo metirsiya hemberî zêdebûna Îranê, artêşa Emerîkayê di 8 mehên borî de, 20 hezar leşker şandiye Rojhilata Navîn. Ev leşker wê ji bo demek nediyar bimînin. Hemû tişt li gorî guhertinên dema bêne û nediyare emê heya kengê bimînin.”

Mckenzie di dewamê de anî ziman ku êrîşên Îranê gelek cidîne û hêzên alîgirê Îranê ku dibin fermana rêberê Komara Îslamî dene, bê fermana wî kar dikin. McKenzie got ku ew hêz li herêmê êrîşan pêktinin.

Generalê Emerîkî McKenzie  derbarê keştiya şer ya leşkerên Emerîkayê de jî got; “Ferman ji bo hêzên deryayî yên Emerîka hatiye dayîn ku keştiya li Ewrupa bibin Rojhilata Navîn. Herwiha hinek balafirên bombeavêj û muşekên patriot ji bo ewlekariya asayîşa Emerîka û hevpeymanên wan şandine herêmê.”

(nr)