Encamnameya 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê

Li bajaroka Xanesorê bi beşdarbûna 250 delegeyan 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)bi şîara,'Rêxistina civaka Êzidî bingehê jiyana azad û demokratîk e' bi dawî bû. Piştî ku kongre bi dawî bû encamnameya wê hate aşkere kirin.


Li bajaroka Xanesorê bi beşdarbûna 250 delegeyan 3. Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ)bi şîara,'Rêxistina civaka Êzidî bingehê jiyana azad û demokratîk e' bi dawî bû.

Îro li bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê Encamnameya 3.Kongireya Meclîsa Xweseriya Demukratîk a Şengaşlê (MXDŞ)ji raya giştîre hat ragihandin û parvekirin.

Ji bo raya giştî

Encamnameya Kongreya 3. a Meclîsa Xweseriya Demokratîk Ya Şingalê

“Kongreya me di dîroka 14-07-2019 roja Yekşemê bi beşdariya 250 delege, pir mêhvanên bi rûmet, bi rêzgirtina ji bo giyanê tevayî şehîdên fermanan û şehîdên şoreşa azadiyê û bi diyarkirina rojevê despêkîr û bi serkeftî bi encambû.

Di despêka kongreyê de mesaja Rêber APO ya ji bo gelê Êzidî hatî şandin mora xwe li kongreyê da. Xwendina mesajê di salona kongreyêde di nava beşdarvan û gelê Şingalêde bû sedemê dilgeşî, keyfxweşî û moralekî bilind. Herwiha coş û xûrûşekê di nava gel de çêkir. Silav û heskirinên Rêber APO ya ji bo gelê Şingalê di nava beşdarvanan de hestyarî û girêdanbûnek pir mezin da çêkirin. Gelê Şengalê bi diruşmayên Bijî Rêber APO heskirin û girêdana xwe ya bi Rêber APO re dan nîşakirin.

Yek ji rojevên kongreyê ya girîng nirxandina rewşa siyasî, pêve girêdayî rewşa herêma Şingalê û pêşerojêde erk û berpirsyariyên dikevin ser milê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bû. Di roja salvegera Şehîdên berxwedana zindana Amedê ya 14 Tîrmehê de li darxistina kongeyê nirx û wateyek xwe yê pir cûda hebû. Li ser vî bingehî bi giyanê şehîdên 14’ê Tîrmehê û di kesayeta Mamê Civaka Êzidxanê Mam Zekî û pêşengê başûrê Kurdistanê endamê Serokatiya Konseya Giştî ya KCK rê heval Diyar Xerîp tevayî şehîdên tekoşînê hatin bîranîn, li ser giyanê wan yê bûyî rênîşandan, pêşketinên dawî hatin nirxandin, erkên demê, berpirsyariyên pêşengên civaka Êzidî çine, divê jibo parastina nirxên civaka Êzidxanê çi were kirin û rêbazên çawa werin bingeh girtin. Herwiha divê di hêla parastinêde gavên çawa werin avêtin bi berfirehî hatin nirxandin û biryardariyek xûrt hat nişandan. Di nîqaşên pêşketîde seknek bi rûmet, helwestek zelal, vîn û baweriyek bi nirx derket holê.

Di beşa dûwem a rojevêde kar û xebatên dû salan yên Meclîsê dayîn meşandin, pêşketînên di her alî de heyîn, herwiha kêmanî û nebesiyên hatîn jiyan kirin ji hêla beşdarvanên kongreyê ve hatin nirxandin. Nêrîn hatin dayîna pêş, pêşniyarên çareserî û ji holê rakirina nebesiyan hatin pêşxistin. Di nîqaşên pêşketînde herçiqas li gorî derfetan hinek pêşketin hebin û berbi îradeyek azad avakirinêde gûherînên berçav hebin ji, rexnedana ji pirsgirêk û daxwazên gel re li gorî tê xwestin nebûyîna bersiv, tam pêre eleqeder nebûyîn, demê xwede gav ne avêtin ji derketiye pêş. Di encama nîqaş û nirxandinan de biryardariya hîn bêhtir xebat dayîna meşandin, li gorî giyanê demê nêzî kar û xebata xwe bûyîn, parastina nirxên civakê, ji gelê xwere li herderê, li her cihî û di her demêde bûyîna bersiv hat nişandan.

Di beşa sêyem ya kongreyêde ji bo ji xebatên li jor hatîn ziman re bûyîna bersiv, pêşengî ji gelê xwere kirin û nûnertiya gelê Şingalê, rojeva hilbijartinê hat nirxandin û jibo xwe nûkirina meclîsê û erêkirina meclîsa nû hilbijartin û dengdayîn hat pêkanîn. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê di hêla manewîde jibo ji biranîna fermanên borî re bibe bersiv, gihişt biryara li gorî hêjmara fermanan meclîsa nû ji 73 endaman pêkbê. Li gorî vê di kongreyê de meclîsa ji 73 endamî pêktê bi îradeya gelê me yê Êzidî hat bijartin û dîwana meclîsê hat diyar kirin. Piştî erêkirina delegeyan ya meclîsa nû, tevayî endamên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şingalê li pêşberî gel û pêşberî Şehîdan de soza bi cih anîna erkê xwe yê demê dan. Di rojên pêşiya mede piştî civîna yekem wê hevserokên desteya rêveber, dîwana meclîsê û endamên meclîsê bi raya giştî û civaka me ya Êzdiyan re were parvekirin.

Weke encam di dawiya nîqaş, nirxandin û pêşniyarên pêşketînde kongreya me ya 3. gihişte van biryarên sereke yên li jêr;

-Jibo pêşeroj û dahatuya Şengalê ya yekem mîsoger kirina Pergala Xweseriya Demokratîk û giyan dayîna wê.

-Jibo parastina nirxên civaka me ya Êzidî mezinkirin û bi hêz kirina hêzên YBŞ-YJŞ û Asayişa Êzdîxanê herwiha weke hêzên sereke yên parastina Êzdixanê û herêmê dana pejirandin.

-Ya herî girîng jibo vale derxistina polîtîqaya valekirina Şingalê mîsoger kirina vegera gelê me ser cih û warê xwe û jibo vê kar û xebatên tên xwestin dana meşandin û hewldanên pêwîst nîşakirin.

-Jibo rakirina tola Keç û Jinên Êzidiyan ji DAIŞ’ê û hevalbendên wê, hewldan werin dayîn jibo di asta navnetewîde dadgehkirina DAIŞ’iyan û piştgirî dayîna nîqaşên avakirina dadgeheke navnetewî ya heyî.

Weke xala dawî û ya herî sereke bangawazî li Komara Iraqê hat kirin, rewşa gelê Êzidiyan ya heyî ji nêzîk ve bi şopîne, nirx û destkeftên civaka Êzidiyan ya piştî fermanê bi ked û xebata şehîdan hatîn bi destxistin nas bike. Herwiha bi awayek fermî îradeya wan ya siyasî û leşkerî nas bike. Jibo dahatuya gelê me mîsoger bibe û êdî ferman pêk neyên, pêwîste rayedarên Iraqê giringiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê yên Şengalê jibo gelê me têbigehe û li gorî wê statuya wan bi pejirêne.

Di encamêde bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê em silav û heskirinên xwe jibo tevayî civaka xwe ya Êzidiyan ya her çar aliyên cîhanê, tevayî dost û piştgirên gelê me yê Êzidî pêşkêş dikîn.”

(nr)