Endamê PDK'ê: Lihevkirina stratejîk a PDK'ê û YNK'ê bi dawî bûye

Endamê PDK'ê Elî Feylî diyar kir ku piştî bûyerên 16'ê Cotmeha sala 2017'an lihevkirina stratejîk a di navbera wan û YNK'ê de bi dawî bûye. Herwiha endamê YNK'ê Şaduman Mela Hesen eşkere kir ku ew dixwazin di avakirina hikûmeta nû de dawî li sîstema du îdareyî bînin.


Piştî ku erka serokkomariya Iraqê gihîşt Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), herku diçe peywendiyên di navbera PDK'ê û YNK'ê de aloz dibe. Herî dawî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê diyar kir ku wê peywendiyên xwe yên borî yên li gel YNK'ê li ber çavan re derbas bikin.

Endamê PDK'ê Elî Feylî  têkildarî peywendiyên di navbera PDK'ê û YNK'ê de wiha got; "Piştî bûyerên 16'ê Cotmehê lihevkirina stratejîk a di navbera PDK'ê û YNK'ê de bi dawî hat. Ji ber ku beşek ji rêveberên di nava YNK'ê de bi vê lihevkirinê ve girêdayî neman."

Endamê PDK'ê Elî Feylî  eşkere kir ku piştî ku Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê hate hilbijartin wê helwesta PDK'ê ya li dijî YNK'ê tundtir bibe.

Li ser heman mijarê Endamê YNK'ê Şaduman Mela Hesen diyar kir ku heta niha li Herêma Kurdistanê hebûna sîstema du îdareyî heye û got; "YNK dixwaze di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de karên cidî li ser vê bike. Êdî sîstema du îdareyî nemîne. Hikûmet ji bo hemû hizb, aliyan û welatiyan be û weke hev bin."

Endamê YNK'ê Şaduman Mela Hesen axaftina xwe wiha domand; "Nabe êdî eger wezîr û karmendên hikûmetê ne bi dilê PDK'ê be bişîne malê. Yan ji kar dûr bixin. Herwiha dixwazin hikûmetekî bihêz û nîştimanî hebe. Êdî bi navê yekrêziya niştîmanî û Kurdayetiyê partiya xwe nakîn qurbanî. Ji ber ku berê me ji bo gelek qurbanî daye û me baca wê ji girtiye."

 

(ab)