Êrişên dewleta Tirk ên ji 2015’an ve li dijî Başûr pêk hatine

Dewleta Tirk rojane li ber çavê civaka navneteweyî xelkê Başûrê Kurdistanê komkujî dike. Lê dikes ji êrişan naparêze, Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina êrişan berpirs tê dîtin, lê Iraq û Herêma Kurdistanê jî hîn bêdenge. Ji sala 2015’an ve ji ber êrişên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.


Komkujiya herî dawî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê qetilkirina Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî û 3 şervanên din ên YBŞ’ê bûn ku di 15’ê Çile de li gundê Dugirê ya Şengalê di encama êrişa balafirên bêpîlat ên dewleta Tirk de şehîd bûn.

Di nava 5 salên borî de û piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk rojane bi dijwarî herêmên sînor ên xaka Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Heta niha bi sedem welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê di êrişên dewleta Tirk de şehîd û birîndar bûne. Herwiha gelek ziyana madî û jîngehî ji bûye.

Li gorî danayên sala 2019’an a Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê, ji meha 1 a sala 2015’an û heta dawiya sala 2018’an dewleta Tirk 397 caran bi balafiran û 425 caran ji bi topan sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine. Di van êrişan de 288 gund hatine bombebarankirin.

Tenê di sala 2017’an û 2018’an de 30 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn. Herwiha li gorî Endama Lijneya Mafê Mirovan a li Parlametoya Iraqê tenê di sala 2019’an de ji ber êrişên dewleta Tirk zêdetir 135 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûne.

Herwiha li gorî daneyên Wezareta Pêşmergeyan ji ber êriş û bombebarên dewleta Tirk heta niha 400 gundên li ser sînor vala bûne.

Di 1’ê Tebaxa 2015’an saet 04:00’ê serê sibehê de, balafirên şer yên dewleta Tirk êrîşê gundên Binarê Qendîlê kirin. Balafiran bi awayek hovane gund bombebaran kirin. Gundê Zergelê jî yek ji wan gundan bû. Balafiran li gundê Zergelê 8 welatiyên sivîl qetil kirin û 10 kes jî birîndar bûn. Di heman êrîşê de ji bilî ziyana canî, mizgefta gund û gelek malên din xira bûn. Ji bilî vê jî bax û baxçeyê gundiyan şewitîn û ziyan gihişt xwezayê.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Zergelê ne cara yekem bû, beriya Zergelê di 21’ê Tebaxa 2011’an de balafirên şer li çepên çiyayê Kortek yê binarê Qendîlê wesayîtek a welatiyan kir hedef û di encamê de ji heman malbatê 7 kes hatin qetilkirin ku di nav de zarokek jî hebûn. Beriya wê jî balafiran gelek car êrîşê gundên Binarê Qendîl kirin û gelek kes hatin qetilkirin û birîndarkirin.

Herî dawî di 27'ê Hezîrana 2019'an de balafirên dewleta Tirk careke din wesayîta welatiyên sivîl li Kortekê kirin hedef û di encamê de 3 kes şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn. Hemû endamên yek malbatê bûn.

Di 20’ê Îlona 2017’an de dewleta Tirk bi dijwarî gundên Şêladizê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kir. Di encamê de 10 welatî bûn qurbanî.

6'ê Kanûna 2017’an balafirên şer ên artêşa Tirk Mexmûr bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

13'ê Kanûna 2018'an balafirên şer ên Tirk bombe li penaberên Mexmûrê barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Piştî çalakiya Hoqabaz êrîş

Di 17’ê Tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan.

Rojek piştî bûyekê, ango 18’ê Tîrmeha 2019’an balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê bi sivikî birîndar bûn.

Di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di êrişa dewleta Tirk de Endamê Kordînasyona Civka Êzidî Zekî Şengalî şehîd bû.

Di 23’ê Çile de pêkhat û di encama êrîşên balefirên şer ên Tirk de li Dêrelokê komkuji pêkhat û di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 2 welatî jî heya niha xeber jê nayên girtin.

Piştî vê bûyerê ku ev bi salane xelkê deverê li dijî van kiryaran bi hêrs û nerazîne, li dijî dagirkeriyê rabûn serhildanê û bi ser baregehên leşkerî û sîxûrên dewleta Tirk de girtin û şewitandin. Li vê derê carek din leşkerên Tirk 2 welatiyên sivîl qetilkirin. Li hemberî vê carek din xelkê deverê nerazîbûn nîşanda. Lê hêzên serbi asayîşa PDK’ê bi dehan kesên çalakvan binçavkirin.

18’ê Tîrmehê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyek nivîskî da û têde hate gotin; “Di êrîşa balafirên şer ên Tirk de ya 21'ê Adarê Newrozê ya li Qendîlê, yek ji fermandarên destpêkê yên têkoşîna gerîla Sînanê Sor (Alî Aktaş), ji kadroyên me yên têkiliya derve Serhat Varto û Navdar Sînegîr, Serhat Şafak û şervanê me yê ciwan hevrê Şiyar Faraşîn şehîd bûn.”

Di 27’ê Gulana 2019’an de dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê li dijî herêma Xakurk, Biradost ên ser bi parêzgeha Hewlêrê dest bi êrîşan kir. Ji wê demê ve gelek caran xaka Başûrê Kurdistanê hatiye tombaran kirin.

Roja 4’ê Hezîranê roja yekem ya cejna Remezanê ciwanê Êzidî yê binavê Emîn Salih yê niştecihê kampa Çem Mişko ya li navçeya Zaxo ya ser bi Dihokê di encama gulebarana leşkerên Tirk de hate qetilkirin.

Sê pêşmerge birîndarbûn

Roja 5’ê Hezîranê balafirên Tirkiye gundên Mêrgereş yê Biradostê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de agir bi eraziyê deverê ket. Ji bo vemirandina agir, sê pêşmergeyên PDK’ê dema xwestin agir vemirînin, rastî bombebarana balafiran hatin. Hersê pêşmerge birîndarbûn. Yek ji pêşmergeyan lingekî xwe ji destda. Ji wana du pêşmerge bira û yê dinjî pismamê wan bû.

Roja 18’ê Tîrmehê jî balafirên şer ên Tirk gundê Sipîndar yê bajarokê Amêdî bomberan kirin û di encama êrîşê de sê sivîl birîndar bûn.

Roja 26’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa Tirk li devera Goşîne ya Biradostê wesayîtek a sivîlan hedef girtin. Di encama êrîşê de herdu welatiyên di hindirê wesayîtê de ku birayê hev bûn, jiwana yek şehîd bû, yê din jî birîndar bû. Welatiyê şehîd bi navê Mensur Nafih Ebdullah, yê birîndarbûyî jî binavê Peşêw Nafih Ebdullah bû, xelkê devera Balekayetî bûn û ji bo geştê çûbûn çiyayê Helgurd.

Roja 27’ê Hezîranê balafirên şer ên dewleta Tirk carek din mîna komkujiya sala 2011’an, li nêzî gundê Berd Kuran ê herêma Kortek a Binarê Qendîlê du wesayîtên sivîlan bombebaran kir û komkujî pêkanî. Di encama êrişê de 3 welatiyên sivîl şehîd bûn 5 welatiyên din jî birîndar bûn.

Şehîdbûna Diyar Xerîb

Roja 7’ê Tîrmehê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet), gerîlayên bi navê Devran û Şahîn ên bi wî re bûn, li Qendîlê 5'ê Tîrmehê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne.

Roja 15’ê Cotmehê balafirên bê mirov ên Tirk li ser çiyayê Ezmer yê Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir. Piştre roja 22’ê Cotmehê di daxuyaniyek ya Komîteya Peywendiyên Derve a KCK’ê de hate gotin, di êrişa 15’ê Cotmehê de Endamên wan Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û Cemîl Amed (Eser Irmak) şehîd ketine.

5’ê Mijdara 2019’an balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Barê yê ser bi Şengalê bombebaran kirin. Rojek ji beriya wê jî balafiran bajaroka Xanesorê ya ser bi Şengalê bombebaran kirin. Di encama van êrişan de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn.

Li gorî hemû yasayên navneteweyî, hundirîn û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê, dewleta Tirk ji ber derbaskirina sînor û qetilkirina sîvîlan sûcdare. Herwiha di dema borî de parêzer û dadweran ji Rojnews’ê re axivîn û ji bo rawesandina êrişên dewleta Tirk de hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê berpirsên yekemîn dizanin, lê heta niha ti aliyan berpirsyartiya xwe bi cih neanîne. Herwiha civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) bêdenge.

Berevajî hinek caran, hinek caran êrişên dewleta Tirk rewa nîşan dane û bûne sedem ku êriş pêk were. Herwiha gelek caran ji berfirehbûna baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê re çavê xwe girtine. Tevî ku biryara parlamentoyên Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo derxistina leşkerên Tirk û hêzên biyanî heye, lê hîn biryar nexistine meryetê.

(ab)