Dewleta Tirk her ku li hemberî gerîlayên azadiyê bindikeve û serkeftinan bi dest naxe, berê xwe dide xelkê sivîl. Li Başûrê Kurdistanê di salên dawî de MÎT a Tirk êrişî gelek welatparêzên Kurd kir. Herî dawî duh li Silêmaniyê carek din êrişî welatparêzê Kurd Mihemed Zekî Çelebî kir.
Duh bi şev li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwargeha xwe ji aliyê du kesên li ser matorbiskilêtê ve hate gulebarankirin. Çelebî rakirin nexweşxaneyê û rewşa wî girane.
Hêzên Ewlekariyê yên Silêmaniyê heya niha jî ti daxuyaniyek belavnekirine, me wek Ronews gelek caran hewl da peywendî bi aliyên peywendîdar re bikn, lê bersivê nadin.
Bêdengiya hêzên ewlekariyê yên Silêmaniyê û şêwaza êrişê, tê wateya wê ku êriş hatiye plankirin û êrişek terorîstiye. Cihê ku êriş lê pêkhatî gelek qerebalex bû, lewre kesên êriş kirin, bi motorsiklê hatibûn. Ev jê tê wateya wê ku berê Çelebî hatiye şopandin û êrişek bi plane.
Ya herî balkêş, êriş ji aliyê kesên şareza û pispor ve hatiye kirin. Êriş derengiya şevê çêbû, yanî di saetên dawiya kar de pêkhatiye.
Piştî êrişê 10 deqeyan hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê û dest danîne ser kamerayên çavdêriyê yên restorantê û nêzî cihê bûyerê. Tevî kamera hatine desteserkirin, lê Hikumeta Herêmê bêdenge.
Bi salane êriş tên kirin
Dewleta Tirk bi salane kiryarên bi vî awayî li hemberî şoreşgerên Kurd, siyasetmedar û penaberên ji Bakurê Kurdistanê li Başûr niştecihbûne dike. Sala par carek din êrişên MÎT a Tirk ya li hemberî welatparêz û şoreşgerên Kurd destpê kiriye. Heya niha jî kujerên van bûyeran nehatine binçavkirin.
Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê Îlona 2021’an de li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye kir hedef. Di êrişê de Ferhat birîndar bû.
Piştî vê êrîşê di 17’yê îlona 2021’an de Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed li bajarê Silêmaniyê bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker û di êrişê de şehîd bû.
Li gorî zanyariyan, kesên ku êrîşî Şehîd Şukrî kirine 4 kes bûn, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyek tîpa pikap a Toyota ber bi Hewlêrê ve revîne. Tevî ku di nava Silêmaniyê de ewqas kamareyên çavdêriyê û nuqteyên kontrolê hebûn, ti astengî li pêşiya wan nehatiye çêkirin. Polîsan ji bo girtina bikujan û belgeyan tenê serî li cihê bûyerê dane.
Piştî bûyerê, di demek kurt de, Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê şehîdbûna Şukrî Serhed eşkere kir û diyar kir ku ew êriş ne tenê li dijî PKK’ê ye, li ser tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê ye û aramiya Silêmaniyê ye.
Di heman demê de Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihad ku divê ew kesên ku fermana êrişê dane û yên êriş pêk anîne werin cezakirin.
Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî li ser qetilkirina şoreşgerê Kurd Şukrî Serhed ku li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirkiyeyê ve hat kuştin got; “Kujerên Şukrî Serhed bigrin û radestî dadgehê bikin.”
Di heman demê de Tevgera Goran bûyerek weke kiryarek ‘Terorîstî’ bi nav kir û ragihand: “Ev bûyer terorîstiye û aramiya bajarê Silêmaniyê dehef digire. Bila aliyên peywendî bi sûc re hene bigihîn cezayê xwe.”
Lê nêzî salek bi ser qetilkirina şoreşerê Kurd Yasîn Bulut re derbaz dibe, hê jî kujer nehatine girtin.
Dewleta Tirk a dagirker ji 17’ê Nîsana 2021’an ve ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrişek berfireh kiriye. Êriş bi hemû dijwariya xwe dewam dike, lê berxwedana gerîlayên azadiyê ya li hemberî êrişan dewam dike. Gerîlayên azadiyê Kurdistanê diparêzin, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiyê bisernakeve, vê carê serî li êrişên qirêj dike. Li Başûrê Kurdistanê taybet, MÎT a Tirk dijî welatparêzên Kurd dest bi êrişan kiriye. MÎT a Tirk kesên ku sîxurtiyê qebûl nakin, dike hedef, yan qetil dike ya jî direvîne. Tevî dewleta Tirk li nav xaka Başûr de van kiryarên terorîstî dike, Hikumeta Herêmê bêdengiya xwe diparêze.
(nr)