Siyasetmedar û nivîskar Eyûb Barzanî diyarkir ku aloziyên mezin di Başûrê Kurdistanê de hene û heta ku ev desthilata heyî ne rûxe aramî çênabe. Barzanî destnîşankir ku PKK’ê li Herêma Kurdistanê, dîrok nivîsandiye û PDK’ê jî Başûrê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kiriye.
Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Eyûb Barzanî li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, hevkariya PDK’ê ya bi dagirkerên Tirk re û rola PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, bersiva pirsên ajansa me da.
Berfirehiya nûçeyê wiha ye:
-Gelo armanca êrişên dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê çiye û li pey çine?
Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, ne niha destpêkiriye. Ev bi dehan sale êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê heye. Di van demên dawî de dagirkeriya xwe berfirehtir kirine û bi dijwarî êriş dike. Dewleta Tirk ji demê berê ve Başûr dagirkiriye û ev dagirkerî wek nexweşiyekî kronîke. Desthilatdariya dewleta Tirk, li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye. PDK’ê Herêma Kurdistanê radestî dewleta Tirk kiriye. Êdî biryarên Hewlêrê dewleta Tirk digire. Tirk çawa dixwaze wisa li Başûr dike. PDK li şûna ku pişta xwe bide gel, niha pişta xwe dide dewleta Tirk.
-Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike, ji bo çi PDK hevkariyê dike û armanca wan çiye?
Di nava mala Barzanî û PDK’ê de gelek kesên bi rêz hene û ji van kiryarên PDK’ê ne razîne û pê diêşin. Di nava desthilatdariya Başûr de azadiya kesî nîne, tenê hindek kes hene û bêy ku deng bên bikaranîn, dibin rêveberên Başûrê Kurdistanê. Yek kese û birayaran bi serê xwe digire û ti kes nîne bêje wî ne wek te ye. Li Başûrê Kurdistanê, pêwîstiyên guhertinên bingehîn hene. Li gor min heta ku ev desthilat hebe, wê ti aramî li Başûrê Kurdistanê çênebe. Her wiha ji ber hebûna wan ti guhertinên erênî çênabin. Niha Başûr di rewşek gelek xirab de ye. Gelê Başûr desthilata heyî naxwaze. Ti hêvî ji desthilata heyî nemaye. Dijmin ango dewleta Tirk nahêle ev desthilata Başûr bikeve. Ji ber ku di berjewendiya dewleta Tirk de ye. Gel ji ber hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji desthilata heyî bêzar bûye û li dijî wanin. Gelo rastî jî çawa dikarin bi dijminên Kurdan re tevbigerin? Lê rewşenbîr, siyasetmedar û gelek kesên din, dikarin çareseriyê ji vê pirsgirêka Başûrê Kurdistanê re bibînin.
– Li gorî we hebûn û rola PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê çawa ye?
Hemu partiyên Başûr PKK jî navda dikarin bi nîqaş û hevdîtinan rêyekî bibînin. Pirsgirêkên Kurdan gelekin û tenê Kurd dikarin van pirsgirêkan çareser bikin. Destên ji derve van pirsgirêkan çêdikin. Gelo çawa dibe ku hindek hêz ji Tirkiyê helkirina pirsgirêka Kurd bixwazin? Dewleta Tirk dijmine û divê her Kurd vê yekî bizane. PKK’ê li Herêma Kurdistanê, dîrok nivîsandiye. Ger PKK nebûya rewşa me karesat bû. PKK’ê Şengal parast û ji fermanekî mezin rizgar kir. Berxwedana PKK’ê ya li Başûr û Şengalê destaneke. PKK’ê rê li DAIŞ’ê girt. Her kesê reva PDK’ê ya ji Şengalê dît û ew rev rûreşiyek bû. Wek tirsonekan reviyan. PKK’ê jî ji bo gelê Şengalê reviya û bi hewara Êzidiyan çûn. Dewleta Tirk ji hêza PKK’ê ditirse û dixwaze şerekî mezin di nava Kurdan de bide destpêkirin.
(nr)