Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa li ser Xanesorê daxuyanî da

Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa ku di 19’ê Mijdarê de (duh) bi balafira bê mirov ya bi çek a dewleta Tirk li dijî Xanesera Şengalê pêk hat, daxuyaniyek weşand. Fermandariya YBŞ’ê diyar kir ku di encama êrîşê de 5 şervanên wan birîndar bûne.


Fermandariya YBŞ'ê diyar kir ku armanca êrîşan ewe ku civaka Êzidî ji hev belav bikin û destnîşankir ku ewê li dijî hemû êrîşan gelê xwe biparêzin.

Daxuyaniya Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ya têkildarî êrîşê wiha ye;

“Di van demên dawî de dewleta dagirker a Tirk bi balafirên bê mirov li ser hêzên me yên YBŞ û YJŞ êrîş pêk anîn. Di êrîşa doh a ku li ser Xanesorê pêk hat 5 şervanên me birîndar bûn, 2 ji van rewşa wan giran e.

Armanca dewleta dagirker ji van êrîşan ewe ku civaka Êzidî ya Şengalê bê rêxistin û bê parastin bihêle.  Ev êrîş parçeyek ji şerê taybet û şerê psîkolojîk e, dixwaze tirs û belavbûyînek di nav civaka me de pêş bixîne.

Gelê me li hemberî van êrîşan berevajî van tiştan, pêwîst e ku hîn zêdetir bi rêxistinkirî û xwedî seknekî xurt be.

Wekî ku tê zanîn, Ebûbekîr el Baxdadî li herêma di bin serweriya dewleta Tirk de hate kuştin û kuştina Baxdadî weke Tola Jinên Êzidî hate îlan kirin. Dewleta Tirk jî tola Bexdadî dixwaze ji civaka Êzidî rabike. Ev êrîşên li ser Şengalê ji bona vî ne.

Xuyaye ku bi van êrîşan re dewleta Tirk a dagirker, dixwaze sînorên xwe yên Mîsak-i Millî ji nû ve zindî bike û ev êrîş weke çirûskên destpêkê yê van planan e. Musil û Kerkûk jî dikeve di nav van sînorê Mîsak-i Mîllî de. Di van deman de dewleta Iraqê jî di rewşekî tevlîhev de ye. Dewleta Tirk ji van tevlîheviyan sûdwerdigre û êrîş dike. Pêwîst e ku taybet gele Musil û Kerkûkê û hemû gelê Iraqê bi helwestekî hevpar bertekekî xûrt li hember van êrîşan rêber bike.

Weke YBŞ û YJŞ  di bin her şert û mercan de em ê gele xwe û civaka xwe biparêzin. Çawa ku di sala 2014’an de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê me erke xwe yê parastinê bi cîh anî, li hemberî van êrîşên dewleta Tirk jî em ê li erkê xwe yê dîrokî xwedî derkevin û di serî de gelê xwe û hemû gelê heremê biparêzin.”