'Fikrên Ocalan xizmetê ji doza jin re dike'

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê  Leyla Guven berxwedana bêhempa tê meşandin. Bi hezaran kes di nava berxwedanê de ne. Li gorî jinên Başûrê Kurdistanê fikrên Ocalan ên ji bo azadiya jinê, wiha kir ku jin ji bo şkandina tecrîdê re pêşengiyê bikin.


Dewleta Tirk nêzî 8 salene tecrîdekî giran xistiye li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ocalan, heta niha rê nedihat dayîn ku parêzar biçin hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin. Lê piştî ku bi pêşengiya Leyla Guven grevên birçîbûnê li dijî tecrîdê destpê kir, rê hate dayîn ku di 2'yê Gulanê û 22'yê Gulanê de parêzar biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin. Lê çalakger van hevdîtina weke bi dawî lêhatina tecrîdê nabînin û berxwedana xwe berdewam dikin.

Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê  Leyla Guven li dijî vê tecrîda hîn didome 199 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Biryara Leyla Guven a greva birçîbûnê ji aliyê hezaran kesî ve hate destek kirin û niha li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê bi hezaran kes di grên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger, bidorveger û rojiya mirinê de ne.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek girîngiyê dide azadiya jin û hêza jinan. Timî eşkere dike ku jin azad nebe Kurdistan jî azad nabe. Herwiha diyar dike ku divê jin pêşengiya rasteqîn a civakê bike.

Yek ji sîstemên Ocalan ji bo rola jinan a di nava civakê de pêşniyar kirî, sîstema hevserokatiyê ya ji bo sazî, rêxistin, şaredarî û hemû cûrên rêveberiyê ye. Li gorî vê sîstemê her saziyekê du serokên xwe hene, yek jin û yek jî zilam. Ev sîstem, niha li gelek navendan li ser fikrên Ocalan ketiye meryetê.

Sinur Kerîm a li Başûrê Kurdistanê mamostatiyê dike, eşkere kir ku sedema ku jin ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêşengiyê dikin, hewldanên Ocalan ên ji bo azadiya jinane û got; "Tişta ku wiha kiriye ku Leyla Guven bibe havênê greva hezaran Leylayên din a ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, berhemê fikir û tezên Ocalan ku bi salene ji bo jinan pêşkêş dike ye."

Sinur diyar kir ku Ocalan ew bêdadî û newekehviya ji ber sîstema sermayedariyê li dijî jinan dihate meşandin û bibû sedema ku jin di nava civakê de di rêza duyemîn de bê dîtin, di pratîkê de berevajî kir û jina azad biafirîne û got; "Fikir û bîra Ocalan xizmeta doza jinan dike, lewma jin pêşengiya şikandina tecrîdê dikin."

Rojnameger Lave Kurde diyar kir ku Leyla Guven weke jinekê karî  ji bo hezaran welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û girtîgehên Tirkiyeyê û Başûrê Kurdistanê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bibe pêşeng û got; "Ocalan hemû çewisandinên li dijî jinan red dike. Li gorî Ocalan çewisandina jinan çewisandina tevahiya gel e. Lewma beşek zêde ya jinan ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan pêşengiyê dikin."

Rojnameger Lave Kurde diyar kir ku ragihandina Başûrê Kurdistanê girîngiyek mezin bi greva birçîbûnê yên bi pêşengiya jinan hatine destpêkirin nadin û wiha domand; "Ji ber ku dezgehên ragihandinê neserbixwene, nikarin girîngiyê bidin vê mijarê."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 8'ê Mijdara 2018'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû, di roja 199'emîn de li mala xwe ya Amedê

didomîne.

Di encama berxwedana tê meşandin de di 2'yê Gulanê û 22'yê Gulanê de destûr hate dayîn ku Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serdana Îmralî bikin û bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin. Herwiha carekê rê hate dayîn birayê Wî Mihemed Ocalan biçe Îmralî û 15 deqeyan hevdîtinê bike. Lê hîn greva birçîbûnê berdewame û li gorî çalakgeran hîn tecrîd bi dawî nebûye.

(ab)