Firaksiyonên YNK û PDK’ê li dijî dagirkeriyê daxwaza yekîtiyê kir

Fraksiyonên YNK û PDK’ê yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kirin û banga yekîtiyê li tevahiya Kurdan kirin, her wiha xwestin ku piştgiriya berxwedana Rojava bê kirin.


Civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya bi mijara êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, her wiha berxwedana Rûmetê bi axaftinên firaksiyonên partiyan didome.

Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Firaksiyona PDK’ê Umît Xoşnav ve hate kirin. Umît Xoşnav bal kişand ku dewleta Tirk êrîşî herêma herî bi ewle ya Suriyeyê ku ew jî Rojavayê Kurdistanê ye kiriye. Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Xoşnav destnîşana kir ku firaksiyona PDK’ê kuştina welatiyên sivîl şermezar dike û daxwaz ji Parlamentoya Herêma Kurdistanê dike ku ji bo rawestandina êrîşan û şer hemû hewldanên dîplomatîk bike.

Xoşnav anî ziman ku nabe metirsiyên DAIŞ’ê bên jibîrkirin û got: “Divê em li dijî vê yekê hişyar bin, ji ber ku hîn jî metirsiya DAIŞ’ê heye.”

Xoşnav got ku ew naxwazin Serêkaniyê û Girê Sipî wekî Efrînê bin û banga yekîtiyê kir. Xoşnav axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê em hemahengiyek di ser hîzban re çêbikin û piştgiriya Rojava bikin.”

Serokê Firaksiyona YNK’ê Cemal Hewêz

Cemal Hewêz bi 11 hezar şehîdan û 24 hezar birîndaran dawiya çeteyên DAIŞ’ê aniye û got: “Bi jin û mêrên xwe re ji bo cîhanê bûn sembola berxwedan û azadiyê.”

Hewêz bal kişand ku hêzên navneteweyî li şûna ku piştgiriya vê berxwedan û rûmetê bikin û wana biparêzin, gelê herêmê ji bo dagirkerina kirine nêçîr û pariyek xwarinê.

Hewêz da zanîn ku gelê Kurd di metirsiyê de ye û wiha dom kir: “Eger wiha berdewam bike, emê bi metirsiyek mezin a mirovî re rû bi rû bimînin.”

Cemal Hewêz ji bo parastina gelê Kurd bang li tevahiya hêzên siyasî yên Kurd kir ku yekrêziyaa xwe ava bikin.

Hewêz her wiha ji hêz û civaka navneteweyî xwest ku zext bikin ku dawî li dagirkeriyê were.

Cemal Hewêr ji Iraqê jî xwest ku ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê butçeyekê veqetîne. Her wiha ji Hikûmeta Herêma  Kurdistanê xwest ku deriyên sînor veke da ku alîkarî bi rehetî biçin.