Fraksiyona Tevgera Goran li ser rewşa girtiyên Behdînên, daxwaznameyek radestî Desteya Mafê Mirovan û Lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Fraksiyonê di daxwaznameyê de xwest mafê girtiyan neyê binpêkirin.
Fraksiyona Tevgera Goran li ser rewaş girtiyên Behdînanê, daxwaznameyek radestî Desteya Mafê Mirovan û Lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir. Di daxwaznameyê de behsa rewşa girtiyên Behdînanê hate kirin.
Fraksinê di daxwaznameya xwe de got; “Bi qasî di dema dadgehkirinê de me bi girtiyan re axiviye, girtiyan daxwazên xwe pêşkêş kirine. Girtî dixwazin heftê carek mafê dîtina malbatê were dayîn, lê li gorî me zanî nêzî meheke ev mafê girtiyan hatiye binpêkirin. Girtî şevan di holek 50 metre ku tê de 118 girtî hene dimînin. Gelek caran di girtîgehê de li ser cih şer çêbûye.
Girtiyan diyarkiriye ku bi hêceta Koronayê nahêlin ew malbatên xwe bibînin, çawa dibe di rewşek wisan de di holek 50 metreyî de 118’ê kes dimînin.
Divê rewşa girtiyan ji nêz ve were şopandin, divê di aliyê tenduristî, cih û xwarinê de binpêkirin neyê kirin.”
(nr)