Gelê Başûr ji bo Diyar Xerîb û hevalên diherikin Qendîlê

Îro ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê welatî berê xwe dan herêma Raperîn ji bo tevlî merasîma bîranînê ya Endamê Konseya Serokatiya KCK’ê Diyar Xerîb û hevalên wî bibin. Girseya ku li Raperîn kom dibin wê serdana şehîdgeha ku Xerîb û hevalên wî lê spartine axê bikin. Li şehîdgehê wê peyamên rêveberiya KCK’ê, PKK û PAJK’ê jî bên xwendin.


Gelê Başûrê Kurdistanê, li gel siyasetmedar, sazî, rêxistin û aliyên siyasî, Tevgera Azadî, RJAK, Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo tevlî merasîma bîranînê ya Endamê Konseya serokatiya KCK’ê û herdu hevalên wî bibin, berê xwe dan herêma Raperîn a ser bi parêzgeha Silêmanî. Welatiyên Kerkûk, Germiyan, Hewlêr, Mexmûr, Silêmanî û gelek bajar û gundên din sere sibehê berbi Raperîn ve birê ketin.

Karwana girseyî di rê de posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, posterên Diyar Xerîb, alên PKK û KCK’ê hildan û dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Helmet Namire” dibêjin.

Karwana wesayîtan a bajarê Silêmanî serê vê sibê li ber mala Xerîb rabû û malbata Xerîb jî beşdarî girseya gel bû. Her wiha malbata Şehîdê Serdemê yê di berxwedana Efrînê de şehîd bû Soran Başûrê Hewlêrî, jî tevl merasîmê dibe.

Girseya gel dema li navenda bajêr kombûn, wê bi karwaneke qelebalix berê xwe bidin Binarê Qendîlê. Beriya bigihijin şehîdgehê wê ji wesayîtan dakevin, bi meşekî dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê yên herêmî were şermezar kirin. Paşê girse wê derbasê şehîdgehê bibin, gora Xerîb û hevalên wî ziyaret bikin, gul deynin ser gora wan.

Li şehîdgehê jî wê ev peyam bên xwendin;

Peyama Konseya Serokatiya KCK’ê, Komîteya Navendî ya PKK’ê û PAJK’ê, Tevgera Azadî, Saziya Malbatên şehîdan ên PKK’ê ya Başûr, peyama Melayên Başûr, malbata Xerîb û hevalên wê werin xwendin û dayîn.

(bz)