Gelê Başûr wê bi herike Rojavayê Kurdistanê

Sêşem, 20 Mar 2018 – 14:40 

Gelê Başûr wê bi herike Rojavayê Kurdistanê

Roja 24’ê Adarê weke çalakiyek ji bo piştgiriya Efrînê li tevahî cihên Başûrê Kurdistanê bang li gel hate kirin ku tevlî çalakiya herikîna ji bo Rojavayê Kurdistanê bibin.


NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanya çalakiyên ji bo Efrînê îro daxuyaniyek nivîskî belav kir û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku tevlî çalakiya 24’ê Adarê ya ji bo piştgiriya Efrînê herikîna Rojavayê Kurdistanê bibin.

Di daxuyaniya kampanya çalakiyên ji bo Efrînê de wiha hate gotin: “Weke em hemû dizanin li dijî tevahî gelê Kurd komployek metirsîdar ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin. Di çarçoveya vê komployê de êrîşê Efrînê dikin. Armanca wan tinekirina gelê Kurd û destkeftiyên wane.

Gelê berxwedêr ê Efrînê du mehin berxwedanek bê hempa dimeşînin. Niha jî bi komkujî û penaberbûnê re rû bi rû ne. Erkê her takekesekî Kurd û aliyên xwedî helweste ku demek pêş a din çalakiyên xwe ji bo piştgiriya Efrînê mezintir û radîkaltir bikin.

Niha komîteyek di asta navnetewî de ji bo piştgiriya Efrînê hatiye avakirin. Roja 24’ê Adarê weke rojek ji bo piştgiriya Efrînê li gelemperiya cîhanê hatiye diyarkirin. Em jî di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistanê çalakiyên xwe mezintir bikin. Di vê rojê de ji bo piştgiriya Efrînê biherikine Rojavayê Kurdistanê.

Em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin û ji bo Efrînê alikarî kom bikin.”

Ji bo peywendîkirinê:

Dihok: 07508638786

Germiyan: 075183886541

Hewlêr: 07807657271

Kerkûk: 07704691531

Helebce: 07515453266

Derbendîxan: 07501080864

Silêmanî: 07700775362

Raperîn: 07726810499

Koye: 07519058063

(sk)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist