Gelê Şengalê ji bo Ocalan daket qadan

În, 28 Feb 2020 – 14:12  ŞENGAL/ROJNEWS

Gelê Şengalê ji bo Ocalan daket qadan

Gelê Şengalê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daket qadan û meşek girseyî li dar xist. Şengaliyan diyar kirin ku ew dixwazin tavilê agahî ji Rêber Ocalan bigirin.


Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi sedan welatiyên Şengalê îro ji bo ku agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin meşek li dar xistin. Meş li bajaroka Sinûnê pêk hat û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarî meşê bûn.

https://youtu.be/QZmRBXopeCo”>

Meşê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûne dest pê kir heta ser rêya sereke ya bajarok dewam kir. Di meşê de posterên Ocalan hatin rakirin û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe, bijî Serok Apo” hatin gotin. Her wiha pankartên ku li ser “Agirê li Îmraliyê berdewamiya Komployeye” hatibûn nivisîn hatin rakirin.

Piştî ku meşvan gihiştin ser rêya sereke ya bajarokê Sinûnê li hev civiyan û axaftin hatin kirin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Xoxê Cindî axivî û got; “Gelek hêz li derdora me hebûn lê kesek li me xwedî dernekt ji bilî Rêber Apo. Îro em wek jinên Êzidî xwe deyndarê Rêber Apo dibînin. Heya dawî emê bi serokê xwere bin. Emê jib o azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.”

Li ser navê Meclisa Xwesriya Demokartîk a Şengalê (MXDŞ) Emîn Yusif axivî û wiha got; “Îro di şexsê Rêber Apo de dixwazin îradeya gelê Kurd tine bikin. Li cîhanê bi milyonan Kurd hene, pêwîste her kesê ku xwe Kurd dibîne ji bo azadiya Rêber Apo rabe ser pêyan.”

Li ser navê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Qasim Mirad jî axivî û bang li aliyên Siyasî yên Kurd kir da ku li dijî vê plana ku li ser Îmraliyê tê kirin bêdeng nemînin.

Piştî axaftinan meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

(xb)

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

Nûçeya pişt re

Şiroveyekê binivîsin

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Yên Li Pêş

Welcome Back!

Login to your account below

Create New Account!

Fill the forms bellow to register

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Add New Playlist