Gelê Şengalê li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dora navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê kom dibe.
Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera Bexda û Hewlêrê de, dijî Şengalê peymanek ku îradeya herêmê û saziyên wê nas nake hatibû îmzekirin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê hêz şandibûn çend cihên Şengalê. Her wiha xwestibû ku hêz bişînin ser Çiyayê Şengalê jî lê li ser nerazîbûna gel, ev hewldan hatibû rawestandin.
Dijî peymanê rêveberî û saziyên Şengalê jî şande ava kiribûn û li Bexda hevdîtin pêk anîbûn. Her wiha gelê Şengalê jî bi rojane çalakiyan lidar dixe û diyar dike ku bêyî îradeya wan ew tu tiştekî qebûl nakin.
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) jî bal kişandibû ku Şengal bi fermanek nû re rû bi rû ye û banga lezgîn kiribû. MXDŞ herî dawî duh (30 Mijdar) bi awayekî awarte civiyabû û bang li tevahiya gelê Şengalê kiribû ku 1’ê Kanûnê saet di 09.00’an de li dora navendên Asayîşa Êzidxanê kom bibe.
Li ser banga MXDŞ’ê welatiyên Şengalê berê xwe dan navendên Asayîşa Êzîdxanê yên li navenda navçeyê, bajarokên Sinûnê û Xanesorê. Welatiyên ku li dora navendên asayîşê kom bûn, dijî hewldanên artêşa Iraqê ku dixwaze cihên Asayîşê bigire nerazîbûn nîşan didin.
Herikîna welatiyan a li dora navendên Asayîşa Êzidxanê didome.,,




