کوردی
العربية
TÜRKÇE
Arşîv
Yekşem, Tirmeh 3, 2022
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  •  
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK-JIYAN
  • ÇAND-HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
Encam nîn e
Hemû encaman bibîne

Gelê Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Tirk rabûn

  ROJNEWS- SILÊMANÎ
05/06/2021 - 8:53:36 pm
in KURDISTAN
0 0
A A
FacebookTwitterWhatsappEmailTelegramPinterest

Di xwepêşandana girseyî ya li Silêmaniyê de gel bi yek dengî li dijî dagirkeriya Tirk bi dirûşmên “Bo derewe bo derewe, supay Tirk bo derewe” meşiyan. Di meşê de hat gotin, divê kolan vegerin qadên berxwedana li dijî dagirkeriyê û tev bi hevre li yek eniyê li dijî dagirkeriyê rawestin.

Di saetên êvarê de li bajarê Silêmaniyê meşek girseyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ku ji aliyê 10 partî û rêxistinên sivîl, her wiha kesayetên serbixwe, rojnamevan û çalakvan ve hatibû organîzekirin, hat li darxistin.

Meşa ku ji cadeya Salim destpêkir heta ber Emnesoreya Silêmaniyê berdewam kir. Di meşê de girseya gel bi qêrîna dirûşman hêrsa xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşandan.

Di meşê de bê navber dirûşmên “Kurd im, qehremanim li dijî dagirkeranim”, “Ji bo Gare û Metîna heta dawiyê em ê şer bikin”, “Bo derewe bo derewe supay Tirk bo derewe”, “Bijî berxwedana gerîla û bimre xiyanet” hatin gotin.

Piştî girseya gel gihişt ber Emnesoreke li vir daxuyanî hatin dayîn.

Destpêkê li ser navê Navenda Karê Nîştimanî ku meş organîzekiribû, ji aliyê Luqman Hesen ve daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin; “Dewleta Tirk dixwaze hakimyeta xwe li ser herêmê bide ferzkirin. Di encama êrişan de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûne, xanî û baxên welatiyan rûxiyane û gelek gund vale bûne û li şuna wan çeteyên dewleta Tirk lê bi cih bûne.”

لوقمان حەسەن

Her wiha bêdengiya Hikûmeta Herêmê ya li beramberî dagirkeriyê jî hat rexenekirin û hat gotin, hikûmeta Herêmê li dijî dagirkerî û êrişan bêdengî hilbijartiye, ji ber vê bêdengiyê dewleta Tirk dagirkeriya xwe zêdetir dike û welatiyên deverê koçber dibin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê kolan vegerin qadên berxwedana li dijî dagirkeriyê û tev bi hevre li yek eniyê li dijî dagirkeriyê rawestin.

Piştre daxuyaniya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizba Şuî ya Kurdistanê, Tevgera Azadî ya Komelgey Kurdistanê û Yekitiya Kominîstan hatin xwendin. Di daxuyaniyan de îşaret bi giringiya bihêzkirin û yekxistina helwestên dijî dagirkeriyê hat kirin. Her wiha daxwaz ji tevayî hizb û aliyên siyasî hat kirin bi hevre li dijî dagirkeriyê rabin.

Di dawiyê de jî Mamosta Tahir Seîd li dijî dagirkerî û talankirina xwezaya Kurdistanê helbestek xwend.

(kş)

 

Nûçeya berê

Gelê Mexmûrê: Heya têkbirina dijmin, em ê têkoşîna xwe bidomînin

Nûçeya pişt re

Balefirên Tirk Girê Çarçel bombe dikin, hêzên PDK’ê jî dixwazin li gir bi cih bibin

NÛÇEYÊN TÊKÎLDAR

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

PJAK: Çarenûsa Kurdistanê bi serketina gerîla û yekîtiya gel ve girêdaye

Tirmeh 3, 2022
Ji Bazên Zagrosê çalakiya bi bandor: 13 leşker hatin kuştin

HPG: Di çalakiyên gerîla de 23 dagirker hatin cezakirin

Tirmeh 3, 2022

Balafirên şer gundek Amêdiyê bombebaran kir

Dîmenê çalakiya li dijî baregeha Sîrê hate weşandin

Li Kerkûkê 77 çete û sucdar hatin girtin

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Nûçeya pişt re
Balefirên Tirk Girê Çarçel bombe dikin, hêzên PDK’ê jî dixwazin li gir bi cih bibin

Balefirên Tirk Girê Çarçel bombe dikin, hêzên PDK’ê jî dixwazin li gir bi cih bibin

Yên Li Pêş

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Kakabaveh: Tirkiye bi çekên Ewropa û NATO’yê gelê Kurd qetil dike

Tirmeh 3, 2022

Parlamentera Kurd a serbixwe ya Swêdê, Amîneh Kakabaveh diyar kir ku çek dayîna Tirkiyeyê li dijî mirovahiyê ye û got:...

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Gerîlayan li Baregeha Sîrê ya Şêladizê xistin

Tirmeh 2, 2022

Gerîlayan bi çekên giran li baregeha artêşa Tirk a Sîrê ya li Şêladizê xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî...

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Leşkerek Tirk li Mêrgesor xeniqî

Tirmeh 2, 2022

Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî. Li gorî zanyariyên...

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

QSD: Fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bû

Tirmeh 3, 2022

QSD’ê ragihand ku di 2’yê Tîrmehê de di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya...

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyawî banga helwestê ji civaka navneteweyî kirin

Tirmeh 3, 2022

Akatîvîstên Hewlêrê daxwaz kirin ku li dijî bikaranîna van çekan civaka navneteweyî, Emerîka û Ewropa helwestek tûnd nîşan bidin û...

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Li Silêmaniyê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Tirmeh 3, 2022

Li Silêmaniyê ji ber sîstema boriya gazê di kafiteryayekê de teqîn çêbû. Di encamê de 2 karmendên kafiteryayê birîndar bûn....

  • Em Kî Ne?
  • Têkîlî
  • Derhaqê Me De

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Encam nîn e
Hemû encaman bibîne
  • KURDISTAN
  • ROJHILATA NAVÎN
  • JIN
  • CÎHAN
  • CIVAK – JIYAN
  • ÇAND Û HUNER
  • ABORÎ
  • EKOLOJÎ
  • HEMÛ NÛÇE
  • YÊN DIN
    • ANALÎZ
    • DOSYA
    • HEVPEYVÎN
    • VIDEO
    • WÊNE
  • العربية
  • کوردی
  • TIRKÎ

Malper | © Copyright 2020 . Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist