Gelên Serêkaniyê û Girê Spî dijî dagirkeriyê çek hildan

Welatiyên bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî yên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, çek hilgirtin.


Şêniyên herêma Serêkaniyê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di çarçoveya mafê parastina rewa de çek hilgirtin ku li nava kolanan dest bi parastinê kirin.

Li bajarê Girê Sipî jî ku di hedefa êrîşên dewleta Tirk de ye, welatiyan çek hilgirtin û li kêleka Meclîsa Leşkerî cihê xwe girt.